Ana səhifə

Qaba pêşî Mihemedê Şêxo diyarî


Yüklə 0.84 Mb.
səhifə1/7
tarix06.05.2016
ölçüsü0.84 Mb.
  1   2   3   4   5   6   7


Qaba pêşî


Mihemedê Şêxo

DIYARÎ....

Ji bo giyanê torevanê Hêja Eliyê TEREMAXÎ

Xwedanê Helbestên winda

M. ŞÊXO

---------------------------


PÊŞGOTIN
Çima ev bizava nivîsandinê hate afirandin ?

Bi rastî berî çend salan me şên û hêzên xweyî rexneyî bi ser hev de lê dan , daku em xwe ji pirojek rexnyî re amade bikin .

Lê gelek zehmetî beramberî me derketin !

Piştî bêjinkirinekê me dît ku astenga herî giring ew e , ku hîna wêneyek giştî yan panorama helbestî , ji me ve belû ne bû ye .

Loma me girîng dît ku berî em bi piroja xwe de herin , divê em bi awakî tevayî li ser heyîn û rewşa helbestî rawestin .

Wiha , me berê xwe da mijara xwe , tevlû ku em dizanin ku wê karê me , ta tekûz bibe , gerekî têbîn û pêşniyarên xwênerên hêja be .

Vê nivîsandinê ti nav ji xwe re qedexe ne dîtine û , wê jî xiştika sor li bin ti navî ne daniye .

Wê qûnaxa piştî Cegerxwîn û Qedrî can ji xwe re kiriye armanc ,tevlû ku hin navên hevçerxî wan hembêz dike .

Ji bilê vê jî , çi helbestvanê ji vê bizavê bê par be , ev nagihêje wê wateyê ku ew ne helbestvane , lê ev divegere bizava me û , jê re dibe kêmasî , ji ber ew dizane ku kar bê kêmasî kêm in yan tune ne .

Wiha , armanca me ji vê bizavê ew e ku , em karibin wêneyeke rastgo ji heyîna helbestî re çê bikin .

Ev bizav bi hemî heyîn û danên helbestî serbilind e

Di dawî de , ew bi hêviye ku karibe bibe destpêk ji gaveke dî re , gaveke rexne yî û bikêr , da têkliyên xurt bi deqan re çê bike û , bi germî destên helbestvanan bihejî ne .

Xwendevanên hêja :

Her hûn ji pirsa rastgo û ciwan re bijîn



Mihemed Şêxo
Qamişlo

1-12-1999





ABBAS ISMAÎL
Ew di sala 1938 an de , li gudê Sada navçeya Qamişlo ji dayîka xwe re bûye .

Mamosta Abbas di dema xwendin û karê mamostayî yê de . ( wî bîst salan mamostayî kirye ) gelek gotar , çîrok û halbestên şoreşgêrî dinvîsandin .

Lê wek ku ew dibêje . Di sala 1982 an de û piştî hatina Dr . Celîlê Celîl , ez bi xwe haybûm û min hişê xwe berda ser xwendina zimanê bav û kalan .

Pirtûkên wî ev in :

1 – Gula civatê - Çîrokên foloklorî yên civata kurdî - 1995

2 - Çîvanok û pêkenok – 1996

3 – Em beranê ber kêrê ne – kurte çîrok – 1998

4 – Xelata Mandêla – 1999

5 – Pêkenok û pendên dîna – li ber çapê ye .

Her kes dizane ku Mandêla yek ji azadîxwazên bi nav û deng e , wî pirtir ji - 25 - sala di zindanê de bûrandiye .

Tirka xwestibû xelata Ataturk bidnê , wî ew xelat negirt û got sedemê ne girtina min ev e : bila mirov hinekî bibe kurd .........

Ev hestê mirovaniyê hişt ku hezkirina Mandêla li gelê kurd xurtir bibe .

Mamosta Abbas bi riyek taybet , wek torevanekî kurd , dixwaze xelateke ji bihna gul û çîçekên kurdistanê diyarî vî mêrxsî bike :


XELATA MANDÊLA

(( Banga dilan

Belsema derd û kulan

Hêviya bêhêzan

Awira çavên bindestan

Fenera mişext û maf xwestan

Kenê çavên bêkesan

Rivîna azadiyê

Gurr û bilind her gav û dan

Mandêla


Kirasê xizan û taziyan

Gepa merdal û birçiyan

Rondika berdîwar û sêwiyan

Mandêla


Gelo kî ye ? ji ku hatî ye ?

Peyambere yan nebî - ye

Mûsa ye ew ? yan isa yê behrewî ye

Bo miriyan jîndarî ye

Eger dê be ew zayî ye

Sed eferîn

Bo wê diya ew anî ye

Bo me kurdan bû berevan

Bû dadeyar bû xwedî ye

Ji ku hatî

Ji ku derketî

Ji kanî û solavên Hemrîn û Sîpan

Ji hinava cûdî diya kesan derketiye

Yan dêwên Hoto û Şanîdar

Yan Ehrîman ew aniye

Yan bahoza pêlên deryan

Ew danîne li ser milan

Ji başûrê tev kul û jan

Diyarî kirin

Bo me kurdan

Mandêla

Te firotin kinc û nîşan

Ne xizanî û nabî xizan

Xelata Turko te ne girtî

Tiwî leheng û qehreman

Te dersek da van serokan

Reş û spî rast û çepan

Serî danîn

Te li wan kirî barek giran

Bi çahbazî kete rêza

Wî Beşikçî û mîteran

Wek Qezafî

Weke baba yê mihrevan

Bû dozeyar bû lavekar

Bo me kurdan

Mandêla


Çi hêja ye bikim xelat

Ji te re bînim

Giranbuba bi pejirînim

Ezê rabim bilezînim

Komîtekê li darxînim

Berêz Baba jî Roma bînim

Leyla zana û Beşikçî

Bi kotekî ji zindanê wan derînim

Xandî û cewahirî ji tamarê wan vejînim

Li Amedê li şanişînê bicivînim

Masa Melek Ehmedê Merwanî

Li ber wan dînim

Gurzek kulîlk bi hevgihînim

Ji derdora goristana

Qadî û Berzanî û Şêx Seîd

Bicivînim

Ji herêma Helepçe û Xormal

Ji nav deviyan û diriyan

Çend keziyên gulî soran veçirînim

Çend şaxên zeytûna ji Efrînê bînim

Taca Mîtanî bi nexşînim

Eve xelata Kurdan

Li ber komîtê dînim

Eger ewan gotin ev hindike

Ezê herim dergehê xizna Kerkûkê

Û Kerminşahê Batmanê vekim

Kilêta wan bişikînim

Kinc û cilên Mandêla vegerînim

Qîzekê ji Deşta Mûşê

Yan Şehrezûrê bixemlînim

Mem û Zînê

Siyamend û Xecê

Ferhad û Şêrîn

Bikim xêlî bi dor xînim

Xanê çeng zêrîn û koma peyan

Bikim pêwan û zêrevan

Bi karwanê bûkê re bişînim

Ez dimînim bi kul û derdim ... tev birînim

Ezê derkevim ser kopê Cûdî

Vî karwanî bişopînim

Bi dengê bilûra şivanên Serheda

Bi zûrîna gurêd zozik

Bi awazê stranvanên Reha yê

Sê dengan ji bûka Mandêla re

Bilîlînim . )) .
---------------------------------------



ALAN OSMAN

Di helbesta bi navê ( Daxwaz ) de helbestvan ji xwefiroşan re dibêje , li xwe vegerin çiqasî hûn ji dijmin re alîkar bin , di dawî de

Wê dijmin we bavêje :

“Got guh bidin van daxwazan

Haybûn e ji bo keysbazan

Ta dost û keysbaz bizanin

Rêkê xebatê azanin
Daxwaza gel serxwebûn e

Otonomî tunebûne

Tifû li kurdên xwefiroş

Bin barê dijmin dane qoş


jêre noker û rêncberin

Hin jê bi çavan dinerin

Hin bi guhan dibhîzin

Hin di serê gel dilîzin


Tifû l’ tajiyê nêçîrê

Xwarina goşt nayê bîrê

Dijmin goşt dibrêj e

Lê ew hestiyan dikevêj e”

Helbastvan berê xwe dide nexweşiyên gel û tevgera wê ya rizgarîxwaz ji ber ew dibîne , ku çi kesê di nîşanan de raman dibe armanca xwe winda dike . Ew dibin navê ( Kursî) de dibêje :

(( Kursîya xewn û metala

Hêvîya her qafên vala

Tovê nezan yê ku heye

ji destê rûnişt yê teye
Çar lingên te pir asê ne

ji mermer û elmasê ne

Tu çiqa spehî çelenge

Rengê te hema xweş renge


Bi mejî tu beyaz bûye

Bi xwînê nexş û saz bûye

Mirin ji te re ey kursî

Ma qey tu ji xwe na pirsî


Her dem li ser te pevçûn e

Kuştin û xeyd û dexs bûn e

Kursîyek bi nav û deng e

Li ser te tim şer û ceng e

Her kes divêt te bigire

Aza ji bo te bimire .)) .

Helbesta kêşsaz ( kilasîk ) li cem gelek helbestvanan , tucarî nikarîbû xwe bi mercên helbestî bixemilîne . niha emê helbesta ( Ramana serê kurd ) bixwînin , bê dudilî mirov dikare pêyvên wê li pey hev rêz bike wek gotareke netewî , kîtên malikan

tenê nîşanên helbestî ne :

“ Na ; em ne bindestin

Aza û serbestin

Ji ber ku em hene

Ji xwe em ewlene


Ramana ma heye

Ramana serbixwe ye


Ji kul û derdaye

Ji serê kurdaye


Îro xwe jîrdikin

Xwe rewşenbîr dikin


Dîroka xwe tînin

Em kûr kûr dixwînin


Em xwe kone dikin

Em xwe zane dikin


Zanînê hildigrin

Seriyan dadigrin


Xwe xwedî soz dikin

Mafên xwe doz dikin


Roja baweriyê ,

Roja hevkariyê


Ew hevgirtina xurt

Serpêhatina kurd”

Lê Mamosta Alan helbesta evînî jî , nivîsiye , em ê helbesta ( Bihişta Durust ) helbijêrin :

(( Nazikê şox û şepalê

Rû bi şewqê wek şemalê
Birû yarê dû kevanin

Çavên te du nêçîrvanin


Tîrên daxan j’ wan diweşin

Dilê min de ew dikişin


Bi tîna te min dibrijin

Hêdî hêdî min dikujin


Te d’ bînim şahîya cejnê

Çar reng berdane ser bejnê


Ser sale îro nûroze

seyran e şahî w pîroz e


Tu tena tena dimeş e

Alan li ser te bê hiş e


Bi dîtina te yar dilgeş e

Bê mey îro serxweş e


Hêviyek min ji te heye

Xelata nûroza me ye


Mezek ji peyala deve

Hilmek ji bexçê teve


Axîn ji civatên vala

Hawên bapîran û kala


Bihişt mirî qet nabînin

Bihişt ji zendîyar dimînin


Mirin ji bo her bihiştê

Mirin bi saxî negehiştê )) .




ARŞEVÊ OSKAN
Helbestvan Arşevê Oskan li gundê Bîrkenêşê ( herêma Dirbêsiyê ) sala 1967 an hatiye jiyanê . Ew wek kurdekî dilsoz tim dixwaze ku nivîsoka wî di ber berjewendiyên gel de bixebite , loma wî jî , nemerdî ne kiriye ku hînî zimanê xwe bibe û pirtûkên seydayê Ceger- xwîn bixwîne .

Bi rastî , yek ji wan sedemên hişt ku em seydayê Ceger – xwîn dûrkin ji vê pirtûkê ew pirs bû : Gelo ev hebestvanên piştî cegerxwîn hatin û helbsta kêşsaz ( yan kîtan ) hûnandin karîbûn wê devera ku ew gihiştibûyê derbas bikin , yan hîna ew di bin baskên wî de ne ?

Ez behwer im wê bersiv , pîştî em vê pirtûkê bixwînin ronî bibe .

Di helbesta xwe de ya bi navê ( Dîse kovan nûkirin ) Arşev dibêje :


(( Sed car dibêm birakujî xizmeta xapê dijmine

Sed car dibêm ev xwîna sor qelenê yara mezine

Çiman dirjî bi destê kurd ya mir rexne ne gazine
Bersiva vê bide min ka çima dirjînin vê xwînê ?

Min divê dermankî peydakin ne ku kûr bikin birinê

Eger kêferatek hebe têde pêşveçûna jînê !
Şev û roj qîr û haware ji ber zora va ketxwaran

Çiman îro gihan dozê dûrketin j’xapên neyaran

M’divê bijin bi biratî nedin hevdû daran
Bimre şerê birakujî çavê li wê xwînê

Destan bidin ji dil û can dîwar deynin li ber kînê

Dijmin nabe dostê merov ji vir bighê ta bi çînê
Kevir sor bûye ji xwîna şehîd û pakrewanên kurd

Hatiye avdan hemû dar ji xwîna mêrxasan û merd

Tev şar û gundên kurdistan dayik mane bi kul û derd
Hêviya dilê pakrewan wê milet soz bidî dozê

Li ser gora wî peydakin hevgirtin û destê sozê

Sûndê bixwin bi axa wî gûrbikin arê newrozê
Lîstik û xapên neyaran vane milet berdane hev

Bi çek û rext û tivingê dijî hevin bi roj û şev

Ne aferîn li vî karî dev li ber dijmin kete hev
Dîsa dibêm bi çi rengî em ê bêjin dost yaran

Wêran dikîn gund û bajar axîn ji destê neyaran

Em hev dikujin dîsa bi hev re dikin van karan
Kurdê welatperwer û jîr divê mejî ji pala bî

Bi bîr û bawerî bî her li ber dijmin ne kola bî

Tu jî wek her merovan bî ne kuştiyê li çola bî
Her nexweşîk derman heye em jî divê derman naskin

Ger em nedin hev milê xwe em her bê pê û bê baskin

Arşev feryade şev û roj welat ji derdan xelaskin ))

Pir helbestvan li hember gula sor rawstiyane û pê re axifîne , hinan ew nîşana berxwedanê dîtiye û hinan ew kirine destpêka evînê , lê Arşev xwe ji , celebê pêşî dibîne : “ Gula sor “

(( Jir engê xwîna birînê

Nîşana hildan û jînê

Dibarîne ji xwe xwînê

Te gula sor ezê bînkim

Bihna ceng û kêferatê

Ji reh û kokên te hatê

Gula min nayê xebatê
Te gula sor ezê bînkim

Bîhnek dirêj j’te bîstînim

Li qada kurd te biçînim

Rojên dijwar te bibînim

Te gula sor ezê bînkim

Li xebatkaran diyar kim

Pêre awazan hişyarkim

Li her beyaran lê karkim

Te gula sor ezê bînkim

Li sîpanan te şabaşim

Li xelatan car û kaşim

Ava teye xwîna laşim

Te gula sor ezê bînkim

Ezê bînkim ezê dînkim

Feryad ji dil ezê jînkim

Xwe bi Mem kim gul bi Zînkim

Te gula sor ezê bînkim

Rengê xwînê û şoreşim

Rengê arê şeva reşim

Didim bihna gula geşim

Te gula sor ezê bînkim )) .

Li vê dawiyê Arşev dest bi helbesta serbest kiriye : wek nimûne me xwest em hinek durişmê vê helbestê jî ,binasin ji ber vê jî , me helbesta wî ( Newroz ) helbijartiye :

(( Cejne

Zirave bejne

Jî yara min

Silavek ji lêva sor – gulî

Pîrozbe

dîyare min .....



Maçek şêrîn

Pêre kenî û gote min

Are ji jilde

Bûye baweşînek

Li kulîlka newroz

Pîroz dike

* * *

Cejna xebat



Kêferat

Û azadîyê

Cejna .....

Kenînên lêvan

Û hêvîya dilê meravan

Rîhan û çîçek

Sorgul û sêvan

Cejna


Yara birîndar

Û

Dayîka hêsirên xwînê



Xwedana qurbana

Û cotkara tovê jînê....

Cejna .....

Pakrewanê bendewar ..... !

* * *

Silav li ser silavê



Li ......

Çavên bê xew û ziwa

Li ........

Ava delavê

Û pêlên avê

Di her gavê

Dişînin û dîyarim

Silavên hejaran

Li .......

Lêvên birçî

Û sêwîyên ber dîwaran

Li ......

Hêvîyêd bendewaran

Li ......

Latê

Bahozê


Û dozê

Rengê kesera kînê

Li xwîna birînê

Arê dilê zînê

Omîda jîn û hebûnê

Li .....


kawa hostayê mezin

Mêrxasê çîroka ciwan

Gûrvanê agirêd zinaran

* * *


Roka azadiyê

Penca bi hêz davêje

Hiltîne tariya şevên reş

Sitema kevn dimêje

Qadê şîndike 6 merovan dilke rugeş

R – A

Çîyan didî alî

Dîwaran davêje

Reşen didî bajar û şav

Dûman û dizî

Dimre û dirzî

Namîne êvar

Ro tê hilat

Cîhan serxweş dibe

R – A

Şaxê jîyana min bilind dike

Û sitema neyaran bê çar dike

* * *


Na mirin ......

Roj bi roj jîn têm

Bîna gula min vedide

Kevoka min namîrînin

Çîqas niçrvan bin

Li doza min şiyarbin

Wê poşman û ziwabin

Min .......

Xwîn û can kirîye qurban

Ji boyî ciwanîyê

Min çandîye tovêd xwe

Di rûpelê dîrokê de

Bi hêz dibim

Ber jor diçim

Di qelêşim çîyayên bilind

Rêça xwe dibînim

Dikevim zozanan

dûr dibim ji rivs û gumanan

Hêvîyêd min jîn tên

Her jî tên hêvîyêd min....

Narawestim

Ji bo çi sistim

Bawer û jîrim

Li dozê mîrim

Divê ku bimrim

Ji boyî nemrim

Bidim xwîna dil

Şîn bibê sorgul

Çîçek û sinbil

Ro bê hilat

Nû bibe newroz ! )) .

Wiha , helbesta serbest jî , li cem Arşev , nikare xwe ji bandora helbesta kêşsaz azad bike nemaze , ji aliyê hermonî û kêmwêneyî ve .






AWAZÊ KALO ..
Sala 1969 an li gundê Şîyê Çavên xwe .li rûyê dinê vekirin .

Sala 1994 an li zanîngeha Helebê Fakulta bijîşkîyê kutakir û niha li şîyê wek bijîşk kar dike .

Di destpêka xwe de bi zimanê Erebî nivîsand , lê zû - zû fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bû û pê nivîsund .

Berhemên wî di govarên mîna Pirs . Zanîn û Aso hatine weşandin û niha berhevokek wî bi navê (( toz ))

dibin çapê de ye ...

Helbesta Awaz dikare çirûska herî dijwar hembêzke û heyîna helbestî bi vîneke xurt bighîne keçîna pel , mejî û gerdûnê .

Ew bi vê rastiya xwe re tevlî xweşiya evînê dibe û dibêje .

NÛ GÎ HAYÊ

(( Beleteyê keçanî yê

Nuh li te xûyakirî

Mînak :


Memikên te

Di nav veşarên kirasan de

Eşkere

Navê xwe dixwînin



Mînak :

Lêvên te


Di bîra gangilîkan de

Dîroka rengê xwe

Dinivsînin

Mînak :


Gava ku

Ez te dibînim

Çavên xwe misdidim

Û du caran

Xazîyê dadiqirtînim )).

Helbestvan carna li dûv awaza bûyera germ û nêzî dil diçe wekî vê helbesta bi wêneyên hêja xemilandî :


?

(( Pirsa birçî şîyar bû

Ji gotinên xav

Ji xewnên meyî

Çavê tivinga xwe

Kilda .....

Ber bang

Di gavên xwe werda ..

Evîna xwe vemalt

Û berê xwe da ...

Sîngê çîyan

Da ku ramûse

Bersiva xwe ya ...

Winda !!...)).

Ew dizane ku helbest û hemî rengê nivîsînê berprisyariyeke , divabû mirov xwe jê re amade bike lê helbestvan li gor vê yekê ye û şîreta wî kalî ji bîr nake :
PEND

(( Kalekî got :

Ger te xwest

Helbestek kurdî binivîsê

Bila

Bejin bilind be



Wek çîyayên kurdistanê

Bila


Di dilê wê de lûs be

Wek germî ya jîyanê

Helbestvano ....:

Bila


Wek xwîna cangorîyên wê biçirîsê

Yan yî


Pênûsê xwe bişkîne

Kes ...


Te ...

Nabihîsê ....!! )) .

Helbestvan pencerekê di jiyanê de vedike û ji birîna xwe yî bi xwîn razekê ji yarê re eşkere dike
PENCER

(( Birîna

Ku te sîngê mala min de

Vekirî hiştî

Ta niha

Nirînên min

Dilop ....

Dilop .....

Jê diherrikin

Li ser rêya vegera te ...

Dibin gol !! )) .
---------------------------------------




BÊ BIHAR

Bêbihar , Yûsifê Elî ye , Yûsifê Berazî tê nasîn . Ew di sala 1931 ê de li gundê Tilcircê hatiye dinê .

Di despêka jiyana xwe de ew hînî sazê û zimanê Tirkî bûye .

Di sala 1947 an de mala wî çûbû Minbicê , piştre bi heft salan ; dîse , mala xwe barkirin û hatine Serê Kaniyê .

Di sala 1956 an de naskirina wî bi Cegerxwîn û Reşîdê Kurd re çêbûye û li ser destê wan fêrî Zimanê Kurdî bûye .

Ji ber ew bûbû endamekî ( partî ) ew di sala 1966 an de ketibû zindanê de . Girtina wî dubare bûye û pir eşkence dîtiye , lê wî tim li ber xwe daye û helbesta xwe yî hêja ( Helebest û zindan ) di zindanê de çêkiriye . Bi rastî , Bêbihar xwedan hestekî germ tê diyarkirin , wî dev ji welatê bav û bapîrên xwe bernedida û hertim xwe di rajeya wî de didît . Nemirê hunera kurdî , Mihemed Şêxo , çend helbestên Bêbihar sitirandin û gel bi wan hişyarkir :



Hebs û Zindan
(( Hebs û Zindan kûr û tarî xewa min nayê

Ji eşq û evîna gulê , ketme belayê

Gula min vebû û bîn da , li serê çiyayê

Min got gula min were vir , gul bê dem nayê


Gula min kesk û sor , gula min zere

Hebs û zindan da rêzî yam gul bê xebere

Gula min bindeste , bi kul û kesere

Dest ji gulê bernadim can bidim sere.

Gula min rengîne , gula min geşe

Gul bi xelkê tale , bi min pir xweşe

Dinya li ser min rûne dem li min reşe

Dest ji gulê bernadim ku xwîn bimeşe


Hebs û zendan ku rû tarî têda dinalim

Ji eşq û evîna gulê , gelek bê halim

Gula min bindeste , pir dem û salin

Kî bistînê bi xwînê , vê hevalin

Gula min tu xeyidî min guneh çi kir

Te ji min re çi got , min bi can û dil kir,

Min mal û can da ser , dîsa hindik kir

Riya min gelek dûr bû , va eşqê kin kir )) .

Di helbesta ( karkerên kurd ) de . helbestvan li êş û derdên miletê kurd xwedî derdikeve , gotinên wî ravekirî û rût,ramanên wî dighînin ta ev tişt dihêle ku yeke weke vê helbesta dirêj ti form tê de peyda nebe , çima ? ji ber amanca wî şiyarkirina gel e !! tevlû vêna , helbest çênabe bibe banga partiyekê û çênabe hebûna wê li ser terazû û kîşê tenê be :

(( Karkerên kurd hûn zane bin.

Çima hûn maf wenda ne

Di welat de hûn nexweşin

Tev bi derd û bela ne

Axa û beg tev dijminin ,

Simsar şêx û mela ne

Hezar sal bûn jana zirav

Derdê we tev ji wa ne

Îro partî we rêbere

Jîrin xwe bidin dorê

Tolê wan mêrxasan hemyan

Rakin bi ceng û zarê

Pîsan li nav xwe mehêlin

Dijmin dimrê li dorê

Segên har li ser rê hebin

Merov bi zor bi borê .)) .

Li gor daxwaz û nêrînên kesekî partîzan û welatperwer, Bêbihar xwestiye di pirtûka xwe de ( ya bi navê Zindan – sala 1988 çap bûyê ) li ser hemî warên jiyana kurdan raweste û bipirse , çima gelo em nezanin ? ji ber wê wî şerê şêx û melan , beg û axan kiriye , û xwestiye ku jina kurd ji akam û gerdîşên reş xwe rizgar bike weke ku di helbesta ( keça kurd ) de hatiye , lê gava ew li ser rastiya di hindirê xwe de dipeyivî,wî pir guh dida avahiya helbestî hinga bi awazek tenik ji evîna welêt re dîlana xweşiyê girê dida wek ku di

Helbesta ( şîrîn ) de xuyaye :

(( Şîrîn tu cînara minî

Armanc û nîşana minî

Rohnî û rewşana minî

Bax û kulistana minî )) .

Carna jî,jiyana Bêbihar bê sûde bû , ta wî pirs dikir ( çi bikim ji can ) yan di helbesteke dî de xwe didît wek yekî derbider ( Ez bûm Ferar ) û ( koçê min barkir ) , lê ev xilmaşî dom nake û ew hêza xwe dizane û dibêje çiqas bar giran be divê em rajinê , wek di helbesta ( pismamo ) û ( rabin ji xewê ) de hatiye .

Weke tê xuyanî ku Bêbihar pir guh daye awaz û hermûniya helbestê ta evîndarê welat Mihemed Şêxo ew kiribû wek jêderê gotinan , çimkî bi ser bedewiya helbestên wî de mijarên wî jî pir bûn ta mirov dikare bibêje ku wî tabloya jiyana kurdî bi tîpên zêrîn neqişandiye .
(( Rabin ji xewê çavê raketî

Ev dil şewitî agir vêketî

Şêrîna min çû , ev dil pêketî

Lê çibkim îro ji dest derketî

Ji destê min xwînmij neyare

Ez mam hejar û mam ber dîware

Ez bandikim min qîr û heware

Kî ser hilînê ka kî şiyare

Şêrîna min çû ev dil birîne

Ez bandikim bi , gazî qêrîne

Ka dektorê zan derman lê dîne

Bigrê bi destan , ji min ra bîne

Li mi zivistan ka buharê min

Şîrîna min ket , dest neyarê min

Li min qutkirin , ziman zarê min

Wan xopankirin , şûn û warê min

Çi dem bê ser min , buharê dilan

Bên guhê min deng ji van bilbilan

Ez wî hilgirim , li ser herd milan

Ez pê derman kim , derdan û kulan )) .

---------------------------------------


DÊRSIM MEMO
Di sala 1946 a li gundekî kurdistanê , hatiye dinê , ji zû de sêwî dimîne . li ba xwişka mezin ew gewre dibe , her weha ji zû de jî ( DÊRSIM MEMO ) dest avêtiye Qelem û Firçê , çîrok nivîsîne tablo ( Lewhe ) vehandine . lê berê wî bêtir ber bi helbestan çûye , ji bîst û pênc salan bêtir ji helbestnivîsînê , ( DÊRSIM MEMO ) , neh berevokên destnivîs amade kirine – bi EREBÎ jî ne kêmtirî wan amade kirine , berhemek tenê ji yên Erebî di sala 1996 an de belavkirye , bi navê ( MELHAT EL TECEDDUD WEL EYYAM ) .


  • Xwendina destpêkê , û dibistanî li bajarê HELEBÊ tewaw dike ,

  • Di sala 1972 an de , bi mal û jin dibe .

  • Sala 1973 an , dibe karmend li Zanîngeha Helebê .

  • Sala 1977an , di ber kar û barên rojane re dîsa li xwendinê vedigere û bi serbestî xelata debîristanî ( beşê Edebî ) distîne .

  • Sala 1988 an xwendina zanîngehî , li fakûlta toreya Erebî ya ZANÎNGEHA Helebê tamam dike û xelata wê jî distîne .

Bi çalakî pişkdarî jiyana EDEBÎ û ÇANDÎ ( KURDÎ _- EREBÎ ) dike ....

Berhemên wîyî bi kurdî destnivîs in û dibin van navan de ne :

1 - Êvarê te çikir 2 – Bê evîn û yar 3 – Dîlbera min

4 – Zanav 5 - Dîrok 6 – Pêşmerge 7 -Xanima ronahiyê 8 – Raperîn 9 – Govend .

Helbestên Mamoste Dêrsim Memo Kurt in , lê her kîtek helbestî parçek ji jiyanê hembêz dike . ev jî , dide xuyanî ku helbestvan pir bi heyînê mijûl dibe . Ma gelo helbestvan ne ew e nêçîrvanê kêlîkên xweşiyê ye ?


  • Lê xweşî dûr in

  • Hest her dûrbûnê dibire

  • Ka em binêrin bê Dêrsim çi dibêje :



ÇILPIKÊN PAYÎZÊ
(( PENABER :

Cîhan tev de

Di dilê min hil tê ,

Tê de cî war dibê ,

Gelo ..çima ez

Cî gorekê



  • Li ser kevî . rêkekê –

Bo xwe nabînim .... ?

GULISTAN :

Min – ji wê – pirskir :

Çend kevok gerekin ,

Da ku gulistanekê çêkin ...?

Deng jê nehat ..

Bersiv neda ..

Lê hema çûk firiyan ..

Û di daristanêd porê wê de ..

Pînikêd xwe çêkirin ...


ARAMÎ

Bahozê xwe li rûyê min xist ..

Min jî porê wê girt ..

Dagirî


Hêstir barandin ...

Û aram û bêdeng ..

Di cî de rûnişt .....
OLPEREST :

Govdê laleşe

Kevirê reşe ...

Ez jî olperestim ...

Sofî û dergevanê te me ...

( Ta ûs ) perestim ...


TÎRIKIN :

Ez helbestên xwe

- Ji dil û can -

Jê re dixwînim ..

Ew jî - hêviyên xwe – dicû ..

Û tîrikên kenê xwe

Bi dilekî sar û aram ..

Li min dibarîne ...


BERSIV :

Wî - jî - pirskir :

Tu hej min dikî ..?

Wê bersiv neda . ,

Berken bû ..

Û mîna kevokek sipî . şîn

Li ser sîngê wî venîşt

Û lûs bû ...


PAQIJÎ :

Ez – rojên xwe –

Bi sed salan ..

Di avê de dihêlin ...

Herdem dîşom ,

Paqij dikim ...

Belkîm – mîna porê te –

Qîl reş bibin ...


RAPERÎN :

Memikên xwe

Ji nav teliyên min

Qopirandin ...

Û berve lêvên min

Hildan ..

Gelo ......

Kî ye ew ..?


PELÊN PAYÎZÊ :

Em mîna pelên payîzê ne..

Zer . çelmisîne ..

Werg ji şaxan diweşin .....

Deng ji me nayê

Eger – kesek –pêl me nene ..

Yan rêwî sîwarek ..,

Di ser mere nemeşe ...

FÎXAN :

Dema – wî maçên xwe –



Bi ser lêvan de barandin ..

Wê – memikên xwe –

ji paşelan derxistin ..

Berve jor hildan ..

Fîxan û lava kir :

Xuda ..


Her dem maç bibarin ...
PETROL PEREST :

Li qada me ya tijî petrol

Her ku av dibe gol . ,

Asîman dibe dahol .

Xudê – bi xwe –

li jorî me

Dibe ( Qereqol ) ......
MIZGEVT :

Eger – ez –

Di mizgefta çavên te da

Rûniştim ..

Ji min mexweze ku

Ku dengekim

Ma tu nizanî ku

Dengkirin

Nimêjan pûç dike .. ?
---------------------------------------



DILAWERÊ ZENGÎ
Helbestvanê me Dilawerê Zengî li Amûdê sala 1961 ê çêbûye , li ser destên seydayê Tîrêj hînî nivîsandina helbestê bûye , lê dema ew çûye Şamê wî zimanê kurdî li cem Osman Sebrî xweşik naskiriye .

Berhmên wî :

1 – Pêdarî - helbest – 1985

2 – Ji evîna çirayên kevin – helbest – 1991 –Rehman Mizûrî wevgerandin : Dilawer Zengî

3 – Rêzimana kurdî ya Mîr Celadet Bedir – xan û R . lîsko – bi zimanê Erebî

4 – Derbarî mijara kurd – Mîr Celadet – wergerandina Dilawer Zengî

5 - Şerefnameya menzûm – Cegerxwîn - ravekirin û werguhêr : Dilawer Zengî . Dilawerê Zengî di gelek kovar û rojnama de nivîsiye ji wan

Birayêtî - Midya guneş - Niştiman – Armanc – Pirs – Gurzek Gul – Gelawêj – Gulana Erebî - Xebat – Hiwar .

Birastî , Dilawer tevî gelek bizavên toreyî dibe û rola wî di çapkirin û belavkirina toreya kurdî de xurt û balkêş e .

Helbestvan jiyaneke xweş , bê şer û kuştin dixwaze , her û her ew ala aştiyê biilind dike :

(( Jîn û Aştî

Min û jînê me dest da hev

Bi bext û peyman û sozê

Ji bo aştî bi dil nermî ,

Bi hev re em bikin dozê

* * *


Min dest digirt wê ez berdam ,

Bi xweşî ew nebû heval

Ev daxwaza jîna bedew ,

Wê bighêzim b’bombê napal

* * *

Dîlanek mezin li darxim ,



Bi aton û bi çekberî

Balafir û top û bombe ,

Cîhan bibhîze vî şerî

* * *


Bê deng û top jînê ne kir

Qelen xwestî ji min xwîne

Gelek caran me himbêz kir

Jîna bê yar , qet ne jîn e

* * *

Dilovanim aştîxwazim ,



Ne mêr kujim , te ez kuştim

Çav mehderî , ne bûn xwedî

Jîna bê jîn te ez hiştim

* * *


Mafxwaz bi şer tê me jînê

Bi kolîtî qet min nekir

Li ser soz û peymana xwe ,

Doza kuştinê min ne kir ...... )) .

Lê dema mafên gel perçiqî bin û dijmin çavsoriyê li wî û gelê wî bike , hinga ew maf dide xwe û gelê xwe ku şer pêxin û venemrênin , çimkî di ber jiyanek rastgo de ye :

(( Pêdar


Pêdar im ez pêdar im

Tev pêt û tev bi ar im

Roja tême meydanê

Birûskan tînim xwarê

* * *

Ev agirê serxwebûn



Ji bo azadî hebûn

Li serê koh û çiyan

Rohî didim zinarê

* * *


Agirekî bi reh e

Berê wî pir fireh e

Va bûye bîst û çar sal

Dikim qîr û hawarê

* * *

Êşa wî pir giran e



Şewata wî derman e

Agir vêxim bi agir

Neyar ez bînim xwarê

Her setem û zînat bê

Tim kuştin û şewat bê

Li berxwedan pêdar im

Can gorî me ez yarê )) .

Rast e , Dilawerê Zengî wek helbestvanekî kilasî helbesta xwe dihûne , lê mirov dipelîne ku ew gerdûnê helbestî bi jiyanek nû dixemlîne , û dema ew li wêneya levhatî bigere ew dibîne , guh bidin vê parçehelbsta wî :

(( Ey bira tu binêre

Şax û gulên li darê

Serî hildan ber bi jor

Poşkoj vebûn ji xarê

Li be roja zêr rişand

Pel zêr eniya yarê

Bisk û kezî tev berdan

Zilfên li ser guherê

Li ber bayê sibayê

Sema tê guliyê darê

Por li deşt û geliya

Li ber bayê sibayê

Sema tê guliyê darê

Por li deşt û geliya

Çîn çîna zilfê yarê

Hebrî bi ser xwe wer kir

Ji kulîlkên hinarê

Bejin kada mirovan

Wêne ji geh nîgarê

Dest û mil ezman hildan

Hevpêçana ser barê )) .

Niha mamosta Dilawer li Şamê dimîne , xuya ye ku wî temenê xwe ji bo rajeya pirsa kurdî re kiriye qurban .....


---------------------------------------



DILDARÊ MÎDÎ
Navê wî Mihemedê Ehmed e . di sala 1963 an de li gundê ( Elwankê ) hatiye jiyanê , Niha ew li bajarê Qamişlo dirûne , Ji sala 1983 yan ve wî dest bi nivîsînê kiriye , pirtûka wî ya bi navê ( Kevana Rêş ) di sala 1998 an de hatiye çapkirin

Bi rastî her hevalê Dildar dizane ku ew hertim dev li ken e û ticarî

giriftariyê riya xwe tê re ne dîtiye , lê dema mirov helbestên wî dixwîne hesanî mirov têne der ku toşeyeke pir mezin di canê xwe de diveşêre . Ango, wî xwestiye ku singa xwe bide ber bayê reş û hêviyên her welatiyên xwe biparêze .

Ew di helbesta ( Birîn ) ê de vî tiştî eşkere dike :

(( Birîna min ji ber ez kûr dinalim

Evê janê dikuştim pîr û kal im

Bi ser hevde guvaşt im ez bê halim

Ziwa nabê ji vê xwînê bi carek

* * *

Birîna min gelek têşê ji janê



Dikim qêrîn şev û rojê tu zanê

Evîndarê welat im ji ( Îmanê )

Ji bo min tu ne be qet dil giranek

* * *


Birîn çêbûye çend salin di dil da

Ji kevanan çi tîr avêt li dil da

Kezeb stlî bi ser birîna kul da

Di nav dil min ketî îro çi arek

Ji ber birîna xwe îro çi gêjim

Ku her têşê pêlên xwînê dirêjim

Dinalim ez ser halê xwe dilbêjim

Li dor min qet nemane dost û yarek

* * *

Birîna min tu bes min bi êşîne



Xeman tu bes di gel min bicivîne

Te ez kuştim hinav tev bûne xwîne

Ji ber tim dinalê mal xerabek )) .

* * *


Herwekî sedemê her tiştî heye , sedemê derdê helbestvan jî heye ew jî evîna wi ye , yara wî hatiye revandin , destreşan lepûşkên xwe di hêviyên wî de çikandine , ew maye bê biryar , lê ji ber ku ew bi heyîna xwe re dilsoz e riya kêferat û berxwedanê li pêşiya wî divebe , li vê tabloya jiyana wî ya bi navê ( Binêrin ) meyzekin :

(( Ez çime ez divê jînê ?

Ev çiye jana civînê

Dil tijî bû ji vê xwînê

Ne dîn im ez ne jî har im

Can û ceger gelek jar e

Hemî kul û xem û ar e

Jana evînê dijwar e

Van xem û derdan ez xwarim

Can û ceger hemê kuşt in

Dil û ceger hemî kuşt in

Ruh di canê min ne hiştin

Berxim di nav gurê har im

Ji ber jana evîna dil

Dinalî dil ji eş û kul

Ta kû ji xwînê bûye şil

Ji zûde ez evîndar im

Evîndarê welat im ez

Karkerê rojhilat im ez

Ez Dicla û Ferat im ez

Kelemê çavê neyarim

Baran û birûsk û ba me

Ristvan im kurd im hêja me

Çakûçê destê kawa me

Sirtim pola me dijwar im

Ez pîzot û ar û pêt im

Nalîna Zab û Ferêt im

E bervedêrê welêt im

Kurd im , mîdî me dil dar im ))

Wiha , helbestvan tim serê xwe bi çiya û çemên welat bilind dike , jiyana xwe bi ax û ava wî ve girê dide , ew dibîne ku surişta kurdistanê pir bi xeml û xêz e û ji ber vê bedewiya han , ew têkoşînê pêwist dibîne û sembolê wê dijmêre , Mezlûm Doxan , Leyla Qasim , Rewşen Bedir-xan , Osman sebrî ....

Ew di helbesta xwe de,ya bi navê ( Gazinek ji çemê Dicla ) dibêje :

(( Ho ... ho çemê dicla bi him him bo çi dinalî ?

Havîn û zivistanê bi ser min de dikalî

Xwîna şehîdên min bi pêlên xwer tu dimalî

Gilî û gazin dikim mi d’go tu hevalî

* * *


Lê îro te xapandin bi pîlan daxwazê min

Tu har dikê dijwar dikê pêlan li bazê min

Tu ser dikê bê sir dikê saz û awazê min

Tu kurt û sist û jar dikê qêrîn û gazê min

Ho ... ho çemê Dicla qenciyên min te jibîr kir

Sed car çika bû min bi hêsran pêlê te tîr kir

Sed carî sist bû min bi hêsran pêlê te jîr kir

Xwestin te bikujin mi didîrokê tu pîr kir

* * *

Ma qey te ji bîrkir min gorî te kir tac û text ?



Ma qey tu nizanê mi girêdaye çek û rext

Çiya bandikê va li min teng bûye dem û wext

Bes tu jî wek min bimîne kurd bê bextê bê bext )) .

* * *


Ji me ve hate xuyanî ku helbestvan xwestiye li ser riya Cegerxwîn şêwazekî hesan bi kar bîne da karibe danasînekê bi gel re çêbike , tevlû ku ev dihêle ku wêneyên hinerî .

Kêm bibin , ji ber vê jî em bi hêvîne ku helbesta kurdî ya

Kîtan bi kar tîne wê di pêşerojê de karibe vê kêmasiyê derbas bike .

---------------------------------------




DIYA CIWAN
Diya Ciwan,di sala 1953 an de li gundekî Cizîrê ji malbateke olperest re bû ye , piştî temenê wê bûye sêzdeh salî ew bûye xanima kurapê xwe û ji sala 1975 an ve ew li şamê dirûne , çar kur û du keçên wê hene . Ew dibêje ku peyama yekemîn ji pîrekê re , perwerdekirina zaroka ye , ji ber zarok hêviya milet û pêşerojê ne .

Diya ciwan , tim ciyê xwe di govar rojname û mehrecanên helbestî de dibîne .

Berevoka wêyî helbestî ya bi navê ( Pêlek ji deryayê kovanên min ) di sala 1992 an de belav kiriye .

(( Bazbend )) hin çîrokên wê ne , wergerandina Şêx Tewfîq Huseynî ye ‏1999 . Berevokek wê dibin çapê de ye , navê wê ( Hêstirên ziwa ) ye .

Diya Ciwan dilsoza kurdîtiya xwe ye , hestê dilpakiyê li her cih û demî hevalpişkê wê ye , her tim ew xemhilgira welatê xwe ye û jiyanek serfiraz jê re dixwaze , ji ber vê yekê ew dibin navê ( xwe ) de dibêje :

(( Çendî ji xewê şiyar dibim .....

Dîsa xwe radizînim ....

Di xewê de ......

Xewnan dibînim ....

Di xewnan de ....

Azadiyê dibênim .....

Di azadiyê de ....

Hêviyan pêk tînim ......

Jiyanê dipelînim ...

Ta razayî me .....

Tiştekî dibînim ....

Dema şiyar dibim ...

Tiştekî dî dibînim .....

Ji lewra dîsa çavan ....

Dimiçinim ....

Bi kotekî wan ....

Dirazînim ......!

Ta ku bijîm .....

divê razim

Şiyar nemînim ....!!! )) .

Osman Sebrî rêzdar û torevanekî kurdî hêja ye , Diya Ciwan wî bi bîr tîne û wî dike sembola omîda gel :



APO

(( Apek min heye lê ne yeke

Bi hiş û zanîn mileteke

Navê apê min Osmane

Rêberek jîr û hozane

Barê li milê wî girane

Dil bi hisreta kurdistane

Heftê sale bi kar û xebat

Bi destên pak bi dilek şewat

Ji bo ziman ew bû şivan

Parast ji bin lingê teban

Pir westî ya bi derd û jan

Bi girtin û hebs û zindan

Apê minê hêja Osman ,

Ji bo biçûka bû dibistan

Ji bo gelê kurd û kurdistan

Çira ye li rîya niştiman ..

Bû Apê gel Osman Sebrî

Tê her bijî tucar namrî

Tê şîn bibî li ser rû pelan

Li nav axa kurd û kurdistan

Tê sitiran bê li ser devê qîz û

Lawan ...........))

Helbesta Diya Ciwan , laşê wê ye , xwîna wê ye , heyîn û jiyanê wê ye

Ew bi mêlak û hestên xwe ve tevlî berxwedana ( Leyla Zana ) dibe , Leyla jinek kurdî mêrxas e soz û peymana xwe di hindirê perlemanê Tirkî de bi zimanê kurdî xwend , niha ew di zindanê de ye :

(( Hevala min ......

Cêwiya ramanê min ....

Rêber û zanaya min .....

Kakila Amedê :

Çendî Amed

Li bejna te tê .

Kilê çavê zindana :

Sûnda te

Kumên hesinî qul kir .....

Guhê gîrokê vekir ....

Tirs xiste dilê tirsê .....

Sînga sînora çirand

Û çû


Li ser ehniya rastiyê

Nivîsî :


Ev xak ya min e .....

Zindan be

Ya min e

Gulîstan be

Ya min e )) .

Helbestvana me , ji ber ew dilşewata gelê xwe ye , dixwaze ew zanibe ku peyvên wê bi sûd in , peyvên wê Qubletnema xebatê ne :

Temînî

(( Temîniya min li we :



Hûn hêdî hêdî

Rahêjin gotinên min ....

Hêdî hêdî .....

Wan hilînin û deynin ,

Da ku nederizin ....

Neşikihin .... neteqin.

Hewa ji destên xwe hebin

Dema win wan dipelînin ......

Rûpelên min î dêm zer

Bi cixarên xwe vênexin

Wan bihêlin ji pîne

Û pispanan re

Yan jî

Ji paqijkirina



Lûlên

Tifingan re )) .

Wiha , hate xuyanî ku Diya Ciwan nivîsoka xwe ji êş û kulên gel , ji hêvî û armancên wî renge reng dike û serê wê bi wan dixemilîne , ew nimûna jina kurdî welatparêz e .

---------------------------------------





  1   2   3   4   5   6   7


Verilənlər bazası müəlliflik hüququ ilə müdafiə olunur ©anasahife.org 2016
rəhbərliyinə müraciət