Ana səhifə

Destana mihemed Axayê Kelhokî Şakir epözdemir destaneke dîrokî ji nav rûpelên Şerefnameya


Yüklə 1.06 Mb.
səhifə1/6
tarix10.05.2016
ölçüsü1.06 Mb.
  1   2   3   4   5   6
D E S T A N A

Mihemed Axayê Kelhokî


=========================

Şakir EPÖZDEMİR
Destaneke dîrokî - ji nav rûpelên Şerefnameya

ŞEREF XANÊ BEDLÎSÎ


Bedlîsa rengîn, demek ji deman,

Rewşa welat bû bi sal û zeman,

Ew serbixwe bû, aram û rizgar,

Bi mîr û wezîr, neqîb û muxtar...

PÊŞGOTIN
Mihemed Axayê Kelhokî di tevgera dîroka Kurdistanê de roleke mezin lîstîye. Ev DESTAN, çîroka xebat û cehda vî lehengî ye. Şeref Xan bi stayîş û şehnazî di rûpelên Şerefnameyê de (1), vî xweşmêrê rast û dirist û wefadar tînê ziman. Min jî ji vê fidekarî û qehremanîya vî pilingî destanêk anî holê. Ev destan ne ji xeyalan e, lê ji rastîyeke dîrokî hatîye holê ku Şeref Xanê qedirbilind û ilimdarê mezin, bi hikimdarî qala peyayekî Roşkî kiriye û vî mêrxasê Roşkî di ser hemî kesî de girtîye.
Ji çavkanîyên Şerefnameyê wisan tê zanîn, ku eger ne Mihemed Axayê Kelhokî bûya, belkî bajarê Bedlîsê û hikûmeta Roşkan di salên 1490î de ji bin hikmê Aqqoyînîyan rizgar nebûya. Herweha di sala 1495an de hikûmeta xwe ya pîroz di binê fermanrewayîtîya Şah Mûhemmed de ava nekira û di 1505an de yekî wekî Şeref Xanê mezin nehata ser textê vê dewletê.
Mihemed Axa li bajarê Qumê sê prensên Roşkan xwedî kirin, perwerde kirin û ew gihandin dereceyeke herî bilind. Mihemed Axa çû Botan, Emîr Şemseddîn anî û di şerê azadîyê de ev prens gihande qonaxa şehadetê. Mihemed Axa, piştî Hesen Elî û Hiseyîn Elî, çû Şah Muhemed ji şêrejina pak girt anî û Bedlîs rizgar kir.
Piştî ku Şah Smaîl mîrên kurdan girtin avêtin zîndanan û bajarên kurdan zeft kirin, qehremanê me çû Îranê. Wî û Derwêş Mehmûdê Keleçirî xwe tebdîlîqîyafet kirin û Mihemed Mîraxwurî yê Pertavî xistine nav nivînên Şeref Beg û li hespên rehwanên hazirkirî siwar bûn; Mîrê xwe bi selametî gihandine welatê Roşkan.
Vî lehengê Roşkî bo cara yekemîn bi çar prensan; du prensên bê binetar windabûyî, prensekî ku paşê li Deşta Rehwa şerbeta şehadetê vedixwe û prens Şah Mûhemmed ku Bedlîsê rizgar dike, bi van herçaran Bedlîs û Welatê Roşkan rizgar kiriye. Lê, bi revandin û anîna Şeref Xan, ku dibe sebebê hemî Kurdistan ji bin bandora Sefewîyan rizgar bibe; gaveke mezintir û gîrîng avêtîye. Wî ne tenê Şeref Xan ji bajarê Razê, ji ber Gola Çalê, ji nav artêşa giran a Şah Smaîl ku di bin fermandarîya Qizilbaşên Tirkmen de bû, revandîye. Wî bi vê revandinê qedera reş û tarî ya bêtirî ji sed salan konê xwe li ser kurd û Kurdistanê vedayî, guhrandîye. Ji ber vê yekê heya ku kurd û kurdayetî hebe ev qencîya Axê Kelhokî nayête ji bîr kirin.
Mihemed Axayê Kelhokî, Derwêş Mehmûdê Keleçîrî û Mihemed Mîraxwur piştî ku Emîr Şeref revandin (2) Şeref Beg hate Bedlîsê şerê rizgarîya Bedlîsê li dar xist. Di vî şerî de gelek egîd bi şehîd dan, lê di gel vê jî doza xwe nebire serî. Sefewîyan hemî keleh û bajarên kurdan zeft kiribûn û jê dernediketin. Aqqoyînîyan çawa ku divîyan kokên Kurdan ji dinê rakin û dewleta xwe fireh bikin, Stenbol û Misrê jî bistînin, împaratorîya Eskenderê Makedon ava bikin, her wisan Şah Smaîl jî ketibû pey vê xeyalê. Him bi şîret û rêberîya serdarên Aqqoyînîyên Ozbeg, Moxil û Teterên bê dîn û îman. Kî çî dibêjê bila bibêjê, nîyeta Şah Smaîlê kurê Şex Heyder efendîyê Erdebilî çi dibe bila be, dê ew qumandarên wî yên bermayîyên Aqqoyînîyên devbixwîn û diz û talenker Kurdistan, Anadolî, Stenbol, Erebistan û Misrê bikirana gola xwînê. Hedefa wan a pêşîn Stebol û Împaratorîya Osmanîyan bû, ku Osmanî ji meydanê rakirin, Erebistan û Misir şolê heftîyekê bû. Ji ber vê, Şah û revoya wî ya guran, divîya ku Kurdan bindest bikin. Ji ber vê ye sê caran hemî hêzên xwe şandin ser Cizîrê. Mereş, Xarpût, Berecik, Erxenî, Dîyarbekir, Palo, Lice û dorberê Dîyarbekirê hemî zeft kirin û walîyê xwe danî Amedê. Ewil bi hinêk mîran re protoqol imza kirin, lê piştî ku ev mîr çûne zîyareta wî, wî ew hemî hepis kirin û serdarên Tirkmen şandin ser keleh û bajarên Kurdistanê. Di nava vê handîqapê de, di vê teqnê de, lehengê me, Mihemed Axa û hevalên xwe Şeref Xan revandin.
Ev şeref Xan e ku rîya rizgarîya welatê Roşkan û hemî statuyên Kurdistanê tesbît kirin û ji bona yekîtîya mîrekan Mewlana Îdrîs û ev Mihemed Axayê Kelhokî kirin berpirsyar. Mihemed Axayê Kelhokî bi Îdrîsê Bedlîsî ve kete Kurdistanê. Ji Sêlêmanîyê bigire heya bi Entab, Xarpût û Bîngolê 28 heb mîrên kurdan anîne ser tayê xwe û kurdan hemî kirin yekbend û yekrêz. Di vê serkeftinê de çiqa rola Şeref Xan, şertên Kurdistanê û dîplomasîya xurt a Mewlana Îdrîs hebe, weke van û ji van ne kêmtir, rola Mihemed Axayê Kelhokî jî (3) heye. Lewra pratîka 50 salî ya Mihemed Axa xwe li cem hemî pêşkêş û rêvebirên Kurdistanê dabû pejirandin.(4)
Herçendî qehremanê vê Destanê Mihemed Axa be jî, ev destan ya Bajarê Bedlîsê, welatê Roşkan, malbata Dîyaeddîn, mêrxas û pêşkêşên Roşkan yên wek Pertavî, Keleçirî, Ebûbekir Axayê Bayîkî, Reşîdê Korcanî, Rizgo Axayê Motkî, Emer Botanî, ‘Imad Axa, Emîr Bilbasî, Ebdirehman Qawalisî, Miştax Axayê Zeydanî, Celal Axayê Cilkî, Qelender Axa û Hacî Şeref Axayên kurên lehengên me û bi taybetî destana mêrxasîya hemû kurdan e. Di zemanê vê destanê de, li Bedlîsê Şah Mûhemmed û Şeref Xan, li Cizîrê Şeref Beg û Şah Elî Beg, li Paloyê Cemşîd, li Hesenkêfê Siltan Melîk Xelîlê Eyyûbî, li Hezzoyê Emîr Mihemed û Emîr Elî, li Amêdîyê Siltan Hiseyn, li Liceyê Ehmed Begê Etaxî, li Şêrwanê Mîr Şah Mûhemmed, li Derzinê Mihhemed Zirkî, li Çemîşkezekê Hacî Ristem û Pîr Hiseyîn, li Kilîsê Qasim Beg û Canpolatê Mezin û li hemî herêman qadroyêke bijare hebû. Kurdistanê piştî Eyyûbîyan tengesîya mezin ji Aqqoyînîyan û ji felaketa Moxilan dîtibû, lê ev tengasî dirêj dom nekiribû. Ji salên 1180yî heya salên 1500î di bajar û bazarên xwe de û di mekteb û medreseyên xwe de pêş ketibûn. Kurdan di vî 320 salî de 40-50 sal winda kiribin jî, bi dirêjahîya 280 salî bi serê xwe mabûn.
***
Haya ku ji destê min hat min di vê destanê de Bedlîs û der û barên pê ve dan nas kirin. Min hikûmeta Roşkan bi dîrok û sînor û dewlemendîya wê ve anî ziman. Bi rîya xwendina vê destanê hûn dikarin, Bedlîs, Mûş, Xinûs, Xelat, Tetwan, Norşên, Motkan, Baykan, Sîmek, Kawar û Kêwaşê qenc nas bikin. Serbilindîya vê destanê, lehengî û serbilindîya vî welatî ye û li ser vê axê îro jî torinên van mêrxasan dijîn. Bo min xweşhalî û şehnazî ye ku ez jî kurê wî miletî me.
Ev eşîrên Roşkan, ku 24 eşîr in, berî niha 1200 salî rojêkê li Tapê civîyan. Rêza xwe kirin yek, yekbend û yekxeber, bi vîn û bawerî û îrada xwe dû heb hikûmet ava kirin. Îro jî navên wan weke ku tê gotin: Motkî, Baykî, Zeydanî, Girdikî, Zoqeydî, Kaşaxî, Gelîkêsanî, Garisî, Stûrkî, Pertavî, Bûbanî, Korî, Zîyaretî û Eyntaxî zînde ne û li ser axa xwe bi mêranî dijîn. Çi qeder dijminan me şaşomaşo kirîbîn jî, em ji bîr nekin ku torinên wan mêrxasên ku hezarsalan şerefa xwe parastine û bi serbilindî jîyane.
Min avasazî û pêşvaçuna bajarê Bedlîsê, Kela Bedlîsê, dîrok, sînor û sîstema hikûmeta Bedlîsê, şerê Roşkî û Aqqoyînîyan, zeftkirin û rizgarkirina Bedlîsê, çem û kanî, deşt û zozan, bax û bostanên Bedlîsê kirine helbest û ev helbest bûye destan. Hîvîdar im ku ev destan bibe dermanê yekîtî, biratî, yekbendî û xîretê.
25-03-2002

Enqere
_________________


(1). Şerefname; wergera M.E. Bozarslan, 3. Baski Hased Yayınevi, rûpel 450-475-479, İstanbul – 1990

(2). Binêre afirandina jorîn rûpel 475-476

(3). Binêre afirandina jorîn rûpel 479

(4). Epözdemir, Ş.; Kürt-Osmanli İlişkileri ve Îdrîs-î Bîtlîsî; Kovara WAR, hej 9, rûpel 78 – 102, İstanbul – 1999



B E D L Î S
Bedlîsa rengîn wextek ji wextan

Bi xeml û xêz bû ji tac û textan


Bi fermanrewa, melîk û mîr bû

Meclis û dîwan, lâl û wezîr bû


Artêş û serdar, leşker û serbaz

Warekê azad, rêk û pêk û saz


Artêşek xweser, nîzamek hemdem

Kurdên qehreman, pismamên Ristem


Leheng û şêrbûn, pilingên bêtirs

Bi tîrkevan û rim û şûr û gurz


Xwendin û huner, hem bezirganî

Bi ilm û zanîn, bi şaristanî


Jîyanek azad, xweşhal û aram

Gişt serbilind bûn, çi mîr çî xulam


Bedlîs serbajêr, navenda welat

Bi Mûş û Xinûs, Motkan û Xelat


Sîmek û Baykan, Kawar û Karêz

Ew gund û bajar, hemî rêz bi rêz


Warek dewlemend, jîr û tor û têr

Şad û bextewar, keç û jin û mêr


Welatek gewre, xêrdar û zengîn

Bi mêrg û çîmen, behîşta rengîn


Wek Deşta Mûşê wan rêzegundan

Tev zad û debar, kîlera Kurdan


Kawar û Sîmek, Xelat û Karêz

Bi bax û bostan, pawan û parêz


Mêrg û kanî ne, çandin û çêre

Welatê Roşkan gişt xêr û bêr e


Şerefdîn, Nemrûd, Sîpan, Bilîcan

Ew diçêrandin, kerîyên mîyan


Zozanên Roşkan bi nav û deng in

Çîya û banî tev rengareng in


Ew diêwrînin pez û dewaran

Enbara qût û pût û debaran


Xwedî dikin ew celeb û terşan

Zozanên bilind, rûbarên erşan


Çandin û çinîn, xuşînên cotan

Dasûk û tirpan, alet û kotan


Tevr û bêr û mer, bi das û werîs

Bend û zevî bûn, Baykan û Bedlîs


Bostanên Kurdan, ew bi hezaran

Didan saz kirin li van aqaran


Dixebitandin Ermen û Azer

Esfexan, Tebrîz, dişandin rêncber...


Ew dixebitîn bi şîrb û deman

Kurd xanedan bûn, nedibûn cenan


Serê biharê heya payîzê

Rêncber dihatin ta ji Tebrîzê


Rêncberên Kurdan Azerbêycanî

Hin Nexciwanî, hin Esfexanî


Cenan dihatin ji Esfexanê

Rêncberên Roşkan, li Kurdistanê...(1)


Ne li qamê bûn, fêkî’w zerzewat

Hem dexl û dan û doş û beqlîyat


Bi dims û şîre, bastîq û xarûz

Sêv û zerdele, hermî û girûz


Hêjîr û tirî, hem xox û karçîn

Guz, behîv, bindeq, bênok û darçîn


Qawin û petîx, dêmik û zebeş

Şilor û gilyaz, şelebotên reş

Gurz û dêz û lod, kadîn û kewar

Kîler û çal û tedbîr û debar


Gayên zehmetkêş, beygîr û gamêş

Hêstirên hêzdar, zîrek û barkêş


Hesp û mehînên çeleng û rehwan

Dengê bilbilan, qebgebên kewan


Rovî û kêwroşk, kûze û werşeq

Xezal, pezkûvî, pilingên deq deq


Çi heywan hene, kuvî û kedî

Temam mewcûd bûn li vî beledî


Qût û pût û mût, kut û dexl û dan

Qersûn û kupik, dene û sindan


Kulav û palas, mehfûr û mêzer

Bi sifr û sênî, berkêş û lenger


Têr, çewal, xirar, bar, barxan, bendek

Kewar û enbar, mal û xizênek


Bi goşt û qelî, qeymaq û tewaş

Hengiv û nîvişk, kade û lewaş


Halxweş, bextewar, gundî, bajarî

Bê tirs û xeter li vî dîyarî


Bi kêf û henek, dîlan û govend

Bi vîn û aştî, yekdil û yekbend


Lawîj, bêlîte, çîrok û stran

Bi şêx û melle, keşe û metran


Şivan û gavan, gundî û rêncber

Hoste û pispor, zane û rêber


Bajarê qedîm, bi sazî û sêr

Bi xwendegeh û bi mizgeft û dêr


Avasazîyek hemdemê wextê

Ewlîya mest kir vê payîtextê (2)


Bi sûk û bazar, bi cade’w kolan

Bi xan û hemam, qonax û dikan


Bi birc û kelat, bi gor û gunbet

Bi rê û rêbar, tenzîm û xizmet


Xan û medrese, dergah û seran

Xemla xwe dabûn hemî deveran


Ne xurtî hebû, ne zilm û zorî

Ne talankarî, ne jî çavsorî


Warek aram bû ev der û dever

Tacir diborîn bê tirs, bê xeter


Gerok, misyoner, herkes diborî

Emîn û aram, welatê jorî...


Ji Hind û Çînê û Turkistanê

Bê xem diborîn ji vê stanê


Nîzamek adil, tenzîmek pir baş

Daborên Bedlîs, dimarane şaş


Bi qanûnî û fermî’w civatî

Hîç xeter nebû li vî welatî


Hikmekî adil, sazîyek rêzdar

Bi qazî, miftî, wezîr û mixtar


Bi dad û qanûn, bi irf û adet

Li warê Roşkan, heq û edalet


Keşe û Petrîk, melle û neqîb

Bi soz û bi bext û bi rêz û tertîb


Cihû û Êzdî, File û Mislîm

Gişt xwendevan bûn, zane û alim


Hemîyan dixwend zarê zikmakî

Serbest û azad, mafên civakî


Gişt xwendevan bûn, çavtêr û bêtirs

Hem xweşexlaq bûn, hem merd û muxlis


Sin’et û huner, koler û lêger

Bi cehd û xebat, bi rêz û tevger


Ev rewş û ev hal bi sal û salan

Dom dikir dihat ji bab û kalan


Bi xwendevanî, hem şaristanî

Hemwelatîtî gişt bi dostanî


Bi al û bi ol, dirav û dînar

Sazîyek mezbût, bi bêş û bi tar


Mesîh û Zerdeşt, Mûsa û Ehmed

Gişt Kurdistanî, gişt zorakên Med


Serbest û azad, hemî ol û dîn

Bê buxz û hesed, zikreşî û kîn


Dizî û bertîl, şêlan û talan

Kes nedibihîst ji bab û kalan...



Kela Bedlîsê û keleyên pêvegirêdayî

Kela Bedlîsê kevn û kevnar e

Ew pir bilind û gelek hesar e
Hîç şibhe nîne, kela Kurdan e

Dergeh û tabya Ûrartûyan e


Dibe kû Hûrî yan Mîtanîyan

Ava kiribin kel û xanîyan


Wan ava kir hinde birc û kelat

Dijmin dizîne ji me mîratan


Mezopotamî’n em li jêr û jor

Guhên xwe nedin şevşevokên kor


Qala me nakin çavnebarên me

Dîrok ketîye dest neyarên me


Natine vir Makedonîyên hirç

Wan çênekir ev kelat û ev birc


Qiral Îskender bi Bedlîs neket

Ji Babilyonê vir de derneket


Bi virr û derew, hizr û riwayet

Eserên giring gişt para wî ket


Hinek dibêjin ku pêxember e (3)

Rastî eve ku ew xweş lîder e..


Kela Bedlîsê kela Kurdan e

Senbola Roşkan, remza wetan e


Hingî kevirên taq û dîwaran

Roşkî serî dan, nedan neyaran


Bi hezarsalan me ew xwedî kir

Ev yara bedew bo xwe kedî kir


Mîrê Bedlîsê ‘Mîrê Mîran’ e

Bi tac û bi text, bi nav - nîşan e

Bedlîs merkez e, Mîrêmîrek e

Paytextê Roşkan, kela serek e


Kela Mûşê û Xinûs, Xelatê

Sîlîm û Silh û Siw û Rabatê


Kêfendûr, Marsa, Fîroz û Kelhok

Xwêyt û Okhan û Kawar û Amork


Paxnad û Tûx û ya Axtemarê

Şurp û Keleçir, Tatik, Gulxarê


Kewaş, Zerdelan, li alê jor in

Karçik û Kêsan û Tap û Por in


Ji van pê ve jî hene baregah

Parêzgeh, meqer, niqte û dergah


Li wan rûdniştin; mîr, emîr, dîzdar

Beg û axa û aqa û serdar


Mezin û ruspî, rêber û pêşkêş

Tacir, şêx, melle, zane û derwêş


Serekên gundan, zaneyên pispor

Cih digirtin ew li dîwana jor


Dişêwirîn ew bi rêz û meclîs

Bi ilm û zanîn bi dilek xalis


Bi bername, pêşniyar û biryar

Wek dewletek serbixwe û mixtar

Rêvebir, sîyasetzanên wextê

Pir giringî didan sîyasetê


Dinirxandin fersend û îmkanan

Dostên Şah û Emîr û Siltanan


Weke Selçûqî û Eyûbîyan

Tirkmen û Teter û Sefewîyan


Osmanî çarsed sal Kurd pejirand

Nîzama cedîd (!) ew peyman dirand


Ev kel û hesar gelek pîroz in

Star, parêzgeh, çeper û koz in


Kurdno bizanin qedrê Bedlîsê

Alem ev rastî gişt dinivîsê...



Welatê Roşkan

Sînor û cînarên hikimdarîya Bedlîsê

Cîranên Roşkan, Spayêrt, Hîzan

Sasûn û Zirkan, Xerzan û Şêrwan
Xinûs bigire here Tetwanê

Nazûk û Xelat, ber Behra Wanê


Babos û Baykan, heya Başûran

Mûş standibûn bi zora şûran


Ji Şerefdînê heya Bilêcan

Warê Dîyadîn, hakimê Kurdan


Nazûk û Xelat, Kavar û Karêz

Kêsan û Tetwan, hemî gunderêz


Gozelder, Tatik, Sîmek, Çilifte

Wan gişan dixwar avşor û kifte


Mîrê Sasûnê, Mîrê Xerzan bû

Sînorê Baykan, Mûş û Motkan bû


Mîrên Zirikan, sînorê Baykan

Mîrê Derzin û Mîrê Girdikan


Şêrwan dikeve rexê Şêxcima

Şêrwî navdar in bi şûr û rima


Mîrekên Hîzan Mîrêmîran in

Meşhûrên rêz û hem tedbîran in (*)


Mikis dikeve pişta Westanê

Mîrekên qenc in li vê stanê


Herêma Tetwan digihê Kewaş

Nebêje ‘Kawaş’ bêje ‘dora aş’


Car Mehmûdî ne, carna Hekarî

Carna Roşkî ne li vî aqarî


Cîranên Mûşê, Xançûk û Sasûn

Xinûs dighêjê nêzî Erzêrûm


Melazgir, Erdîş, sînorên Xelat

Bayê me û wan hîç li hev nehat


Mikis û Hîzan, Şenbo û Şêrwan

Sasûn û Swêd, Gurdil û Zirkan


Cînarên Bedlîs ev der û delav

Sînor kifşe bûn hemû gav bi gav


Welatê jorî, welatê Roşkan

Pir dewlemend bû bi kel û koşkan


Qesr û eywan û Sera û xan bûn

Sûk û bazar û mal û dikan bûn


Bajarên şên bûn bi avasazî

Milet lê dijyan bi serfirazî


Welat ji xwe ve, xwezayî xweş e

Lê çi b’kîm îro bextê me reş e


Derbend û zerîb, kokeb û hesar

Bi deşt û çîya newal û nizar


Sîser, Meydanreş, zîn û piştkember

Şêhebîb, Gilwat, Qelems, Kulîser


Rehwa, Deqlanos, Mîran, şikêrîn

Ev bûka bedew û gerdenzêrîn


Dor behra Wanê warê zerîyan

Meskenê şox û şeng û cindîyan


Wê behra bilind, rûbarê ezman

Dor û berê wê, xweş e bê guman


Golên Sergol, Nemrûd, Nazûkê

Çîyayên hêşîn, wek xemla bûkê


Kawara rengîn, Tetwana şîrîn

Warê şehîdan, xaka Dilbirîn (4)


Por û Xizorkîn, Hêz û Reşadî

Kurdno bigerin li vî bladî


Herin bigerin dor Behra Wanê

Ceneta rengîn ya Kurdistanê


Nemrûd, Axtemar, Sîpan û Xelat

Dakevin gund û bajar û kelat


Bedlîsa rengîn, paytextê mîran

Warek emîn bû bi der û cîran



Federayona eşîrên Roşkan
Ev federasyon, bîstûçar tîr in

Xwedî serdar û mîr û wezîr in


Ev tenzîm ji sê şaxan tê homê

Yekî dikin mîr, serekê komê


Şaxa yekemîn, çiqlê bajêr e

Zeydan û Motkan, Bayîkan pê re


Şaxa dû Bilbas, ya sê Qewalis (5)

Ev herdû bab in, serçirên xalis


Kêsan û Zeydan, Motkî, Bayîkî

Zoq û Zîzî û Xald û Girdikî


Korî, Zîyaret, Kaşax, Bêdorî

Ev gişt eşîrên welatê jorî


Eyntax, Stûrk, Pertav, Zerdozî

Bira û pismam, xarz û birazî


Bareş û Balek, hem BaleKurdî

Şekrî, Garisî û Sohrewerdî


Xerbil û Keleçêran bîst û çar

Eşîrên xweşmêr, şerûd û dijwar


Li Tapê civyan yekbend û yek roj

Li jor û li jêr, nizar û beroj


Bîst û çar eşîr bûne Roşkanî

Dîrokê ev nava li wan danî


Heştsed û sî’w heft li gor mîladî

Bûne federe li vî bîladî (6)


Ev girêdana bi navê Roşkan

Yek bo xwe kirin serok û sekan


Wan hezar sal parast ev erd û war

Bi îxtîyarî, bi vîn û biryar


Bi hakim, paşa û fermandaran

Bûn kelemên nav çavên neyaran


Bilbas, Qewalis, Şêx û Emîr bûn

Wekîl û Naîb, Lal û Wezîr bûn


Dîyaeddîn in mîrên Bedlîsê

Emîr Şeref Xan weha dinvîsê


Paşê malbat girt navê ‘Şeref Xan’

J’ber nivîsîna dîroka Kurdan (7)


Malbatek mezin, qedîm û kevnar

Torinên Kisra, remz û iftîxar


Pêşkêş û rêber, fermanrewa bûn

Bi paye’w rûmet, hem pêşrewa bûn (8)


Malbata Kisra serok û serdar

Roşkî wan anîn kirin hikimdar


Bi serfirazî û hem bextewar

Wan pêşve bir ev welat û dîyar


Bi taca zêrîn, pak û serbilind

Pêşve dixist wan tev bajar û gund


Roşkî tim tirsa dilê neyaran

Nav û deng dabûn hemû dîyaran


Şêr û piling bûn şervanên welat

Piştmêrên Bedlîs, hem Mûş û Xelat


Merd û camêr bûn, leheng û dilêr

Şevder û şervan hosteyên bikêr


Siwarên Roşkan erd dihejandin

Bîna neyaran tim diçikandin


Dilgerm û dilsoz, gelek mêrxas bûn

Pilingên çîyan, şêrên gernas bûn


Ji Motkan û Mûş, Warto, Xinûsê

Kosor û Xelat, Tetwan, Bedlîsê


Dilaza, dilvîn, dilsoj, dilêr bûn

Xêrxwaz û dildar, merd û çavtêr bûn


Artêşek xwemal, hem xas û fermî

Bi xof û heybet, bi gurr û germî


Artêşên mîran pir jîr û hişyar

Perwerde dibûn peya û siwar


Bi def û dihol, al û borîzan

Bi sed hezaran artêşên Kurdan


Artêşa Roşkan gava radibûn

Kokeb û çîya stûxwar dibûn


Ev artêş çûye şerê siltanan

Yên şahînşahan, şahên cîhanan


Wan perwerde kir gelek serdaran

Navê û dengên wan hêmi dîyaran


Bi mîr û emîr, keya û mixtar

Dewletek rizgar, xwedî iqtidar


Bi şêwr û meclis, dîwana mezin

Çareser dikir, gilî û gazin


Rêka wan rastî, xwendin û zanîn

Wan bi mafdarî dewlet datanîn


Hikim dikirin li xaka welat

Xêra wan dijî îro ev civat... (9)


Fermanrewayên welatê Kurdan

Nav û şanên xwe bi Kurdî danan


Bi nav dikirin Kurd û Kurdistan

Mafdar bûn ew jî li xaka cîhan


Ew statuyên bi serê xwe bûn

Fermanrewayên dewletên me bûn (10)


Dirav dikutan li ser navên xwe

Ji zêr û ji zîv wan diravên xwe


Ew serbilind bûn aram û rizgar

Xwe diparastin ji xişmên neyar


Remz û sembol û şanên me Kurdan

Serbilindî û nişanên Kurdan


Van rêxistinan biçûk nebînin

Ji wan eşîran ibret hilînin


Yekbend û yekrêz hemî millî ne

Bi yek armanc û bi yek dilî ne


Bi rêz û rêzik ew bibû civat

Di dîlê wan de evîna welat


Civatên me bûn, civatên Kurdan

Bi hezar salan li van beledan...




Şerê Roşkî û Aqqoyînîyan û kurtedîroka

hikimdarîya bajarê Bedlîsê

Li gor Şeref Xan hakimê Kurdan

Kurtedîroka welatê Roşkan
Bîst û çar esîr bi mal û malbat

Sasûn û Mûş û Baykan û Xelat


Li Tapê civyan, wan wergirt biryar

Bûn federasyon, ew çûn ser neyar


Sasûn û Bedlîs girtibûn Gurcan

Wan zeft kiribûn keleh û bircan


Roşkîyan Gurcî gişt qewirandin

Du nîzam ji bo xwe damezrandin


Hezo û Bedlîs, ev herdu bajar

Hezar sal mane ber bîna neyar


Heştsed û sî’w heft qralên wan mirin

Meclîs û dîwan mişawre kirin


Biryar girtin û şandin Xelatê

Du prens anîn danîn ser civatê


Kirin hakimên Bedlîs, Sasûnê

Li gor isûl û qeyd û qanûnê


Heştsed û sî û heftê mîladî

Ev mal hakim in li vî bîladî


Ji vê salê ta hezar sed çilan

Rizgar e welat, bexçeyê gulan


Hezar sed û çil ev e reştarîx

Şerefname ye belgeya belîx


Bedlîs zeft kirye ’Imadê Zengî

Bi kotek û zor, bi kuşt û cengî


Piştî ku hatî dewra Silhedîn

Siltanê Mezin, lawê Necmedîn


Roşkan ser hildan dijmin revîyan

Li dor hezar û sed û heştîyan


Etabegî û Selçûk û Artûk

Li ber Silhedîn gişt bûne pepûk


Piştî Siltan hat, rola wan nema

Ketin keder û hem derd û xema


Vemrî çiraya Etabegîyan

Hikim ket destê me Eyûbîyan


Eyûbî em bûn, ew em bi xwe bûn

Qeyd û bendên me wê demê vebûn


Dewra Silhedîn heştê sal dom kir

Eyûbî Kurd li dora xwe kom kir


Dewra Tîmûrleng, Ozbeg, Tataran

Hezar û sêsed û nod û çaran


Moxil û Teter, Ozbeg û Tirkman

Zorbe û despot, têjikên guran


Welatê Kurdan wan ser û bin kir

Bi êş û elem, bi derd û kul kir

Bedlîs bi rêk û pêk û sîyaset

Li ber xwe da û tu caran neket


Zavayê Ûsif, dostên Şahrûxan

Welat parastin ji dû û dûxan (11)


Piştî Şahrûx û Ûsifê Mîhreş

Ketin bin destê Hesenê qeleş


Hesen civandin hemî qumandar

Bi hev re zûrîyan weke gurên har


Hezar û çarsed û şêst û şeşan

Bedlîs ket destê van gurên leşan


Ev çîroka han ya vê bûyerê

Bala xwe bidnê û bêjin ‘erê’


Ev Mîhsipî ne, Aqqoyînî ne

Despot, talanbir, cewrê gurî ne


Welat vegirtin wan nemerivan

Diz û cerdevan, wan wehş û hovan


Siltanê wan bû Hesenê Dirêj

Hikmê kotekî, nîzama qirêj


Hezar û çarsed li dor heftîyan

Silêman Bîjen ji Aqqoynîyan


Da ser Bedlîsê artêşek giran

Serdarê Tirkman têjikê guran


Neyarê Roşkan, kîndar û zikreş

Ji ber dostîya Ûsivê Mîhreş


Eblûqaya bajêr sê sal ajot

Top û mencenîqan keleh dikot


Artêsa xwînxwar bê hêjmar û qam

Şerek bêfesal, qir û qetilam


Kurdan diparast kela dewletê

Neketin tirs û xof û xeletê


Wan diparast tim bi serbilindî

Xweşmêrên Roşkan, bajarî, gundî


Ev şerê qirêj sê salan domand

Dijmin ev war hem sot hem jî şêland


Wan gurên devb’xwîn, dijwar û xedar

Welatê Roşkan kirin tar û mar


Delav tev birîn, av lê çikandin

Bax - bostan sotin, gund şewitandin


Ne rez û pez, ne jî cot û cobar

Ked û xebat mir ji xeşma neyar


Eşîrên Roşkan, gund bajar berdan

Şovên dijwar li wan serî hildan


Peyda bûn li wan êşên bê derman

Welat kambax bû ket destê guran


Gişt gund û kelat, bajarên Roşkan

Ketin bin destê mar û dûpişkan


Bê mecal man ew, serî tewandin

Xezeba Xwedê li wan barandin


Şervan û mêrxas ewên mane sax

Ketin çepîyan, nepend û dilav


Xwe dan sitaran bo paşerojan

Ketin nizaran, berdan berojan


Li Gênç û Bîngol, Sasûn û Botan

Ji Hîzan bigre heta Reşkotan


Koçber û lacî, dîl û beneder

Hesreta welat bi kul û keder...



  1   2   3   4   5   6


Verilənlər bazası müəlliflik hüququ ilə müdafiə olunur ©anasahife.org 2016
rəhbərliyinə müraciət