Ana səhifə

Buroya kurdî


Yüklə 113.05 Kb.
tarix06.05.2016
ölçüsü113.05 Kb.

BUROYA KURDÎ


ya Pêwendî û

Agahdariyê





Bultena sêmehî ya agahdariyê n° 22

Kanûn 2002

Quai aux Pierres de Taille 11, Bruxelles

Tél. 022198060 – Fax 022192410

Email : kurdishbureau@pi.be



XEBATA SÊMEHÎ YA BUROYA KURDÎ



Ji Îlon heta Teşrîn 2002


PÊŞANGEH

Ji 13 heta 27 Îlon 2002 : Buroya Kurdî, tevî van rêxistinên flamanî yên bajarê Leuven : Integratie Dienst, Pirtûkxana Leuven “Du Kanî” û Navenda Xwendin û Agahdariyê, li eywana pêşangehan a Pirtûkxana Leuven pêşangeheke cill û xaliyên kurdî pêk anî.

Raxistina van perçeyên gelek bedew ji aliyê du pisporên flaman, Jean-Marie Criel û Jos de Vriendt, hat pêk anîn. Di 13 Îlon de, Seîd El-Xadrawî, alîkarê serokê şaredariya (belediye) Leuven û berpirsiyarê çandê; Amanc Şakelî, karbidestekî Integratie Dienst û Pervîn Cemîl, seroka Buroya Kurdî ev pêşangeh vekir. Piştre, koktêlek ji aliyê şaredariya Leuven hat pêşkêş kirin, muzîsyenê kurd Esker çend ahengên kurdî bi tenbûrê lê xistin. Maseyên belgeyên kurdî û gewheran di dirêjayiya pêşangehê de hatin raxistin.



DÎLANÊN KURDÎ


21 Îlon 2002 : koma me ya dîlanên kurdî “Nergiz” di rojeke çandên cihê de, ku ji aliyê rêxistina Quartier Nord li Brukselê hati bû pêk anîn, dîlanên kurdî pêşkêş kirin.
FÎLMEKE KURDÎ

9 Teşrîn 2002 : Me fîlma kurdî “Demek ji bo hespên serxweş”, ya fîlmçêkerê kurd Behmen Xobadî, li navenda çandî De Markten nîşan da. Ev fîlmeke gelek xweş. Ew jiyana zor a qaçaxçiyên kurd li sînorê Îran û Iraqê wesf dike, li gelek fêstîvanên navneteweyî hat nîşan dan û di 2000 de li Cannes xelat stend.

SEMÎNER


Kurzanî li Yekîtiya Sovyêtî ya Berê (13)

22 Çirî 2002 : Dîrokzan Wezîrê Eşo, piştî qedandina her du rêzên kurdzaniyê li Lênîngrad (Pêtêrsburg) û Erivanê, dest bi rêzeke li ser kurdzaniyê li Mosko kir.

Dema ku Mosko bû paytexta Yekîtiya Sovyêtî ya Berê, hukûmeta sovyêtî ew kir navenda kurdzaniyê ji bo ku tê de siyaseta xwe ya Kurd û Kurdistanê bajo.

Kurzanê pêşîn li Mosko Rostopçîn bû. Wî gotarên balkêş li ser dîroka Kurdan nivîsî bûn û çavkaniyeke kurzaniyê pêk anî bû.

Çerkez Bakayêv di salên 30 de li Mosko bi cî bû û bû zimanzanekî kurd ê navdar. Piştî wî, Îvan Farîzov têza xwe ya doktorayê li ser tevgera neteweyî ya kurdî di destpêka salên 50 de amade kir.

Di dawiya salên 50 de, dema ku şoreşa 14 Tîrmehê li Iraqê bû, Yekîtiya Sovyêtî biryar stend ku bêtir bi pirsa kurdî xerîk (mijûl) bibe. Wezareta wê ya karên derve ji du rojhilatzan û pisporên karên navtenetewyî, Xalfîn û Lazarêv, xwest ku lêgerînan li ser aliyên derve û navneteweyî yên pirsa kurdî bikin. Bi vî awayî, wan du pirtûk li ser dîroka Kurdistanê di sedsala 19mîn û destpêka ya 20mîn de weşandin : Xalfîn “Têkoşîn ji bo Kurdistanê” û Lazarev “Kurdistan û pirsa kurdî” nivîsîn.

HEVOTINA WELATVANIYÊ


Euthanasie” (Mirina bê êş)

8 Çirî 2002 : François Sant’Angelo, jurîst li Navenda ji bo Wekheviya Bextan û Têkoşîna dijî Nijadparêziyê, ji me re li ser “euthanasie” axaft. Ji 23 Îlon 2002 de, Beljîka yek ji kêm welatên ku “euthanasie” pejirandiye (qebûl kiriye) ye.

“Euthanasie” ji aliyê bijîjkekî (doktor) ku bi mebest (bi qesd) dawî tîne jiyana kesekî ku bi awakî vekirî mirinê dixwaze tê kirin. Ew bi tenê bi daxwaziya nexweşekî gihajtî (yan xort yan keçeke 16 salî – weka nimûne, keçeke avis “hamile” – yan ku dadmendek “hakim” berpiriyarê wî ye) dikare bê kirin.

Mercên “euthanasie” : Xwestina nexweş divê ku ji dil be, bê teziyîqeke derve, baş hatibe bîr (fikr) û dûbare (tekrar) kirin. Divê ku rewşa saxiya nexweş bê hêvî be û divê ku êşa wî ya canî yan giyanî (psîkolojîk) hergavî (daimî), ku nayê kişandin û bi dermanan nayê sivik kirin, be. Nexweşiya wî divê ku encama patolojî yan qezayeke ku sax nabe be. Berê ku bijîjk dawî bîne jiyana wî, divê ku nexweş li ser giraniya rewşa wî, hêviya jiyana wî û dermankirinên mumkin agahdar bike. Divê ku ew bîra (fikr) bijîjkekî din jî bistîne û divê ku rapporên wan bigihîjin eynî encamê (netîce). Bi ser de jî, divê ku ew dîtina nexweşmêzan û ekîpên saxkirinê bistîne û divê ku dîtina wan weka ya wî derkeve. Bijîjk divê ku bicarek serbixwe be. Li ser xwestina nexweş, divê ku ew dîtina malbata wî bistîne û bipejirîne ku nexweş dîtina kesên din jî (weka nimûne : keşşe) bistîne. Eger mirin di demeke dirêj de neyê dîtin, bijîjk divê şîreta pisporekî nexweşiyê yan a psîkyatrekî bistîne.

Daxuyaniya (îlana xwestina mirinê) nexweş : Divê ku ew bi nivîskî, bi mêjû (tarîx) û imzakirî be. Eger nexweş seqet be, ew dikare ji kesekî din ku tu berjewendiya (menfeet) wî di mirina nexweş de nîn e bixwaze ku wê imza bike. Di navbera vê daxuyaniyê û bicîanîna mirinê (euthanasie) de, divê ku mehek derbas be. Nexweş dikare, di her zemanî de, biryara xwe biguherîne. Hemî belge divên ku di dosya wî de bimînin.

Daxuyaniya zûtir : Her nexweşekî gihajtî yan negihajtiyê parastî dikare daxuyaniyeke zûtir bike. Weka nimûne (misal), yek dikare bitirse ku rojek hişşê xwe hunda bike û bixwaze ku daxuyaniya “euthanasie” gelek zû bike. Mêjuya (tarîx) vê daxuyaniyê divê ku ji kêmasî ve 5 sal ji dema ku nexweş hişşê xwe hunda dike be. Weka di daxuyaniya normal de, çend kesên bi bawerî tên dest nîşan dan û ew vê daxuyaniyê didin bijîjk.

Piştî “euthanasie”, bijîjk divê ku daxuyaniyekê li ber encumena (kommîsyon) kontrolê bike û di nav 4 rojan piştî “euthanasie”yê de rappora encamê amade bike. Encumen ewê hemî dosyê kontrol bike : Di nav du mehan de, divê ku ew biryara xwe, bi piraniya ji kêmasî ve 2/3, li se wê bistîne.

Eger biryara encumenê ne baş be, ewê encama xwe bide dadmendiyê (edalet) û bijîjk ewê bê dû ketin.

Encam : tu bijîjk yan nexweşxane ne neçar (mecbûr) e ku “euthanasie” bi cî bîne. Dadmendî ewê wê weka mirineke xwederî (tebîî) hesab bike. Ev yek girîng e, nemzae ji bo sîgortan.


Gelo ewê Ewropa qanûneke bingehî derxîne ?

26 Teşrîn 2002 : Eric Remacle, professor li Enstituya Lêgerînên Ewropî, axaftinek li ser projeya qanûneke bingehî ya ewropî kir. Em li jêr kurteya wê dinivîsin :

Prensîpa sazendeyên ewropî : Parlementa Ewropî, Konseya Ewropî ku ji wezîrên dewletên endamên Yekîtiya Ewropî pêk tê, û Kommîsyona Ewropî bi hev re kar dikin. Kommîsyon qanûnan amade dike û Parlement û Konsey li ser wan dengdan dikin. Dewletên endam jî wan bi cî tînin. Kommîsyon divê ku bicîanîna wan kontrol bike. Weka nimûne (misal), şîrketa mezin a amerîkî ya kompûterê “Microsoft” monopoleke wê heye ku destûr dide wê ku buhayên ku ew dixwaze ferz bike. Kommîsyon nahêle ku ew li Yekîtiya Ewropî bi cî bibe.

Roleke din a Kommîsyonê : Derhûdîkirina (garantîkirin) azadiya gerrê ya 4 celeban : bazarganî, sermaye, servîs (sîgorte, banka …) û mirov. Eger dewleteke endam ji vê xêzê derkeve, Kommîsyon giliyê wê li ber Dadgeha Dadmendiya Ewropî ku dikare wê mehkûm bike dike.



Dadgeha Dadmendiyê sazendeya ewropî ya mezin a 4mîn e.

Sîstema îro : Ew baş dixebite û ji bo firehkirina Yekîtiya Ewropî xwe amade kiriye. Peymana Nice belavkirina kursiyan di nav her sazendeyekê de ji bo 2004 amade kiriye. 10 namzed, ku ji wan 8 welatên Ewropa Navendî, Qibris û Malta, ewê di 2004 de bibin endamên Yekîtiya Ewropî. Li ser derxistina Qanûneke Bingehî ya Ewropî tê bîr (fikr) kirin ji bo ku sîstema siyasî, sazende, maf û neçariyên welatvanan bên dest nîşan dan. Ev dîtin nemaze ya serokê fransî, Jacques Chirac, û wezîrê alman ê karên derve, Joska Fischer, e. Amanca wê ne rakirina qanûnên bingehî yên nuha yên dewletên endam e, lê yek bi ser wan de danîn e. Ewê ev qanûna bingehî ya ewropî bibe weka belgeyeke bingehî ya mafên bingehî.

Convention” (civîna taybetî ji bo amadekirina qanûna bingehî) : Ew ji bo amadekirina Qanûna Bingehî hat damezrandin. Ev navekî sembolîk e, ji civînên ku qanûna bingehî ya Amerîka û Komara Fransa amade kiri bûn, hatiye stendin. Ewê qanûna bingehî destûr bide ku nizam di nav peymanên ewropî yên îro de bê danîn. Ewê tê de nêzîkî 70 bend hebin û metnê (tekst) wê yê mayîn ewê bibe weka nizama bicîanîna wan.

“Convention” 105 endamên ku gel û dewletên endam ên Yekîtiya Ewropî temsîl dikin dicivîne : nimînendeyên parlementên neteweyî û parlementa ewropî, yên hukûmetan û yên Kommîsyonê. Ew hemî dîtinan temsîl dike. Di serê wê de, serokên dewletan û serokwezîrên kevn : Serokê “Convention”ê Valéry Giscard d’Estaign (lîbêral), serokê berê yê Fransayê, ye. Û her du cîgirên wî jî, Jean-Luc De Haene (sosyal-fille), serokwezîrê berê yê Beljîka, û Amato (sosyalîst), serokwezîrê berê yê Îtalyayê, ne.

Dewletên namzed jî hatin vexwendin (dawet kirin) ku nêrevanan bişînin. Tirkiye jî weha. Dema ku ew li ser ketina xwe nav Yekîtiya Ewropî deng bidin, ewê li ser qanûna bingehî jî vê dengdanê bikin.
Pirsên mezin ên qanûna bingehî ya ewropî :
1. Xwedê. Hin dewletên endam, nemaze rastê almanî, dixwazin ku di qanûna bingehî ya ewropî de navê Xwedê yan Fillebûnê xuya bibe. Sedema fermî (resmî) ev e : Di hin qanûnên bingehî yên dewletan de (weka Almanya – dewleta ewropî ya tenê – û Amerîka) navê Xwedê heye. Sedema kûrtir ev e : Partiyên fille dixwazin ku navê filletiyê xuya bibe û helbet Papa jî pişta xan digire. Lê piraniya serokên dewletan xwe gelek ji vê yekê dikişînin. Çareyeke navîn ji bo vê yekê hat pêşniyar kirin : meriv dikare bêje “wiraseta rûhanî ya Ewropa”.

Sedema mazin a xwekişandina ji vê navdayînê ew e ku bû du sed sal e ku li Ewropa ol (dîn) û siyaset ji hev hatine veqetandin. Bi ser de jî ev dijhevî heye : Li hemberî welatên ne ewropî, Ewropî serdestiya huqûqê nîşan didin. Di vî warî de, pirsa herî girîng : ciyê Islamê û yê Tirkiyê li Ewropa.

Ango prensîpa mezin a Yekîtiya Ewropa huqûq e. Tiştê herî girîng di Qanûna Bingehî de ew e ku azadiya olî bê temîn kirin : zanavên cihê yên olî û yên din divên ku bên rûmet kirin.
2. Sînorên Ewropa : Ev pirs, ji dema firehbûna ber bi welatên Rojhilatê de, nuh e. Nimûneyeke tenê ji welatekî ji derveyî Ewropa : Amerîka û Kanada. Ev her du dewlet li kêleka derya ya Rojhilatê dest pê kir. Piştre, gava ku ew gihajtin kêleka Rojavayê, sînorên dewleta xwe rawestandin.

Bersîveke pêşîn : Divê ku sînor neyên danîn, bitenê krîtêrên aborî û siyasî bên dest nîşan dan. Pirs : tehlika zêde pirrbûna endaman. Ev dikare idarekirina tevayiya Ewropa bê imkan bike.

Bersîveke din : Divê ku sînorekeke ku ji aliyê gêografan hatiye dest nîşan dan bê dayîn. Lê evên dawîn li hev nakin :


  • ên kevn Deryayê Sipî datanîn nîvê û li dora wê : Ewropa (beşek), Rojhilata Nêzîk, Afrîqa Bakur.

  • Osmaniyan sînorên imperatoriya xwe kişandin heta deriyên Vyêna.

  • Ortodoksan (Rûsya) û Katolîkan li ser sînoran şerr kir. Gêografên wê gavê sînorê Ewropa danîn ber çemê Don (ku li wê derê Mongol hatin rawestandin).

  • Di sedsala 18mîn de, dîtina danîna sînorên Ewropa li Bosfor û çiyayê Ûral a yekî Rûs bû. Ûral li navenda Rûsyayê ye. Bîra (fikr) veşartî ya Rûsan ew bû ku welatên Balkan heta Bosforê vegirin (xewna rûsî ku bigihêje deryayên germ !).

Encam : Hemî ev sînor bingeha wan a ciddî nîn e.

Peymanên ewropî çi dibêjin ?



  • Yekîtiya Ewropî dikare namezdiya welatekî “ewropî” ku hemî axa wî ne li Ewropa ye bipejirîne (qebûl bike).

  • Konseya Ewropa (Strasburg) ku di 1949 de ava bûye, 44 endamên wê, ku ji wan Rûsya, Tirkiye, Ermenistan, Gurcistan, Azerbaycan, hene. Ev dikare bibe bingeheke baş ji bo “Ewropayeke firehkirî”. Di 1963 de, Ewropa destûr da bû Tirkiyê ku rojekê bikeve nav Yekîtiya Ewropî (Peymana Enqerê).

Bersîva dehlika qelskirina Ewropa eger zêde welat bibin endamên wê : Divê ku sazendeyên wê bên xurt kirin. Ev pirseke din a “Convention” e.



3. Xurtkirina sazendeyên ewropî. Yek ji dîtinên mezin destnîşandana serokekî ji bo Yekîtiya Ewropî ye.

  • Yan yek ji 15 serokên dewletê ji do du sal û nîv yan pênc salan. Îro ev serokatî ji bo 6 mehan û ji bo 15 welatên endam bi dor e.

  • Yan serokê Kommîsyonê dibe serokê Yekîtiya Ewropî jî. Ji bo ku ew ji aliyê Parlementa Ewropî hatiye hilbijartin, ev yek şerîyetek dide wî.

  • Yan jî serokekî ku rast bi rast tê hilbijartin … Lê li 15 welatan (û piştî çend salan bêtir) ewê çawa mîtîng bên pêk anîn ?

Dîtineke din a mezin jî bijartina wezîrekî karên dervê yê Yekîtiya Ewropî ye.

Pirs û destpêka bersîvan :



  • Ewê Yekîtiya Ewropî çiqas dewam bike ? Piştî hundabûna imperatoriyan di zemanekî kêm zêde dirêj de, ewê ev “imperatoriya ewropî ya nuh” çi bibe ?

Bersîv : Ev ne “imperatoriyek”ke ku ancama vegirtinan e, lê yekîtiyeke ku bi serbestî, qet ne bi zorê, hatiye bijartin. Yekîtiyên din jî dijî zeman rawestiyan : Rûsya û Amerîka (ji 200 sal bêtir). Cihêtiya (ferq) di navbera Amerîka û Yekîtiya Ewropî ew e ku eva dawîn ji dewletên ku dîroka wan gelek kevnar e bûye û ew divê ku zanava her yek ji dewletên endam (ziman, çand …) rûmet bike.

  • Em ne emîn in ku ewê Yekîtiya Ewropî piştî boraneke (krîz) aborî (iqtisadî) ya mezin karibe bijî. Sênaryoyeke din a ne baş dikare derkeve : pirsên civakî li hundirê dewletan yek bi yek dikarin bigihînin sîstemên hişktir, ji bo tevayiya dewletên din jî. Ev eynî tehlikeya hişkbûnê li hemberî cihana derve, weka cihana islamî, jî heye.



ENCAMA XEBAT Û GIHANDINÊN HUNERÎ YÊN BUROYA KURDÎ DI 2002 DE





  • Konfêrans : 2

  • Konfêransên çapemeniyê : 1 (pêşkêşkirina CD’yekê)

  • Daxuyaniya çapemeniyê : 1

  • Fîlmên kurdî : 2

  • Dîlanên kurdî : 3

  • Cêjn : 1

  • Pêşangeh : 1

  • Dêfîleyên cillên kurdî : 1

  • Semîner li ser dîroka kurdî : 3

  • Hevotina welatvaniyê : 4

  • Weşan : 4 hejmarên bultena sêmehî ya agahdariyê, bi kurdî, fransî û hollandî

  • Fêrên muzîka kurdî : 2 katjmêr (saet) di heftê de (netewahiya xwendekaran : Kurd, Ermenî)

  • Fêrên wênekêşiyê (resm) : 2 katjmêr di heftê de (netewahiya xwendekaran : Komarên Yekîtiya Sovyêtî ya Berê : Azerî, Tacîk, Çeçen, Ingûş. Dê yan bavê wan Rûs e)

  • Fêrên dîlanên kurdî : 2 katjmêr her 15 rojan (netewahiya xwendekaran : Kurd, Flaman, Hollandî, Tirk)



NÛÇE JI KURDISTANÊ

Ji Îlon heta Teşrîn 2002

TIRKIYE Û KURDISTANA TIRKIYÊ





PARLEMENTERA KURD YA BERÊ LEYLA ZANA RÊFORMÊN LI TIRKIYÊ SILAV DIKE

Di 29 Tebax 2002 de, parlementera berê ya partiya kurdî DEP (berê HADEP), ku ji 1994 de tevî hogirên xwe li zîndanê ye, nameyeke ku ji aliyê parêzerê (avukat) wê Yusuf Alataş hat tesdîq kirin, ji çend berpirsiyarên ewropî re, ku ji wan serokwezîrê danêmarkî Anders Fogh Ramussen ku serokatiya Yekîtiya Ewropî temîn dike, şand.

Di vê namê de, Banû Zana rêformên ku Tirkiye, li gel kêmasiyên wan, kirine silav dike û bangî Yekîtiya Ewropî dike ku mêjuyekê (tarîxek) ji bo destpêkirina giftûbêjan (munaqeşe) bi Tirkiyê re li civîna bilind a Kopênhagênê di Kanûn 2002 de dest nîşan bide (tesbît bike).

Bi vê xwestinê, Banû Zana li dû siyaseta partiya HADEP diçe. Lê, Tirkiye hîn ne hêjayî ketina Yekîtiya Ewropî ye. Rêformên wê yên piçûk gelek kêm in, nemaze di warê xwedê giravî dayîna mafên çandî ji Kurdan re.
MIRINÊN NUH YÊN MANGIRÊN (GRÊVÎSTÊN) BIRÇÎBÛNÊ

Di 25 û 31 Tebax 2002 de, du girtiyên jin, Gülnihal Yılmaz û Fatma Kose-Tokay, piştî mangirtina birçîbûnê, mirin. Di 10 Îlon 2002 de, girtiyeke din, Hamide Öztürk, mir. Di 8 Teşrîn de, girtiyekî ji eynî partiya çepê tûj (DHKP-C) jî mir. Bi vî awayî, jimara qurbanên vê mangirtina dirêj a birçîbûnê, ku di Çirî 2000 de dest pê kiri bû, gihajt 58.
TIRKIYE PÊŞWAZIYA 110 WELATÊN UNESCO DIKE

Di 16 û 17 Îlon 2002 de, Tirkiye li Stembolê pêşwaziya nimînendeyên 110 welatan, ku ji wan 72 wezîrên çandê, ji bo zanecivînekê li ser babeta “Serweta çandî ya ne maddî (rûhanî), eynika cihêtiya çandî”, kir.

Di 18 Îlon 2002 de, piştî maseyeke gilover (giftûbêjan), wezîrên çandê û nimînendeyên 110 welatan ewha biryar stend : “pêşdebirina siyasetên ji bo destnîşandan (tesbît kirin), parastin, pêşdebirin û gihandina wiraseta çandî ya ne maddî, nemaze bi saya xebatên gihandin û hevotinê”. Wan soz da ku “tecrube bikin ku ev wiraset ji aliyê Dewletan bê nas kirin, eger ew rûmeta mafên mirov ku li cihanê hatine nas kirin bikin”.

Mudîrê giştî yê UNESCO, Koïchiro Matsuura, wezîr û beşdaran Daxuyaniya Stembolê pejirand û tê de soz da ku “prensîpên ku di Daxuyaniya Cihanî ya UNESCO de li ser cihêtiya çandî hatine xuya kirin bi awakî xurt pêş de bibin (ev daxuyanî li Parîsê di Teşrîn 2001 de hati bû pejirandin).

Di vê daxuyaniya Stembolê de, ji UNESCO tê xwestin ku “li imkana temînkirina sermayeyeke taybetî bigere ji bo parastina wiraseta ne maddî, ku ji ziman, merasîmên civakî û olî, stran, dîlan, awayên şanogeriyê (tyatro), teknîkên hunerên dest ên yekta pêk hatiye û ku dihêle ku çand ji hevdu cihê bibin”. “Ravekirinên cihê yên wiraseta çandî ya ne maddî hin ji bingehên zanava çandî ya gelan û civatan in û di eynî zemanî de ew dewlemendiyeke muşterek a tevayiya mirovatiyê pêk tînin. Ew bi awakî gelek kûr di dîroka herêmî û hawirdora xwederî (tebîî) de rihên xwe çandine û bi cihêtiyeke mezin a zimanan, ku her yek ji wan felsefeyeke cihanê ye, hatine xuya bûn. Loma ew regezekî (unsur) bingehî ne ji bo parastina cihêtiya çandî, li gora Daxuyaniya Navneteweyî ya UNESCO li ser cihêtiya çandî (2001)”.

Daxuyaniya Stembolê bi ser de dibêje : “Lihevkirineke (convention) navneteweyî ya baş …dikare bibe maweyeke (merhele) qenc di ajotina vê amancê de”. Civîneke navhukûmî ya pisporan ewê bibe ji bo destpêkirina nivîsîna projeya pêşîn a vê “convention”ê.

Weka hergav, Tirkiye tu civîneke navneteweyî ku tê de bi awakî mezin daxuyaniyeke li ser mafên mirov û azadiyan tê imza kirin narevîne. Vê carê, ew li bal xwe pêşwaziya sazendeyeke çandî ya gelek mezin weka UNESCO dike. Lê, ev ji tukesî re ne sirr e ku Tirkiye tu çandeke cihê, nemaze ya kurdî, napejirîne. Rêformên nuh ên kosmêtîk bitenê xapandin in.
ENCAMA MAFÊN MIROV LI KURDISTANÊ DI 7 MEHÊN PÊŞÎN ÊN 2002 DE

Di 17 Îlon 2002 de, Rêxistina Mafên Mirov li Tirkiyê rappora xwe li ser pelixandina mafên mirov li Kurdistana Tirkiyê di heft mehên pêşîn ên sala 2002 de weşand.

Rêxistin li ser jimara gelek mezin a xwekuştinan (intihar) li navçê ji xwe pirsan dipirse û teqîna her roj bêtir a lexman (mîn), ji sedema vegera gundiyan gundên xwe yên ku lexm jê ne hatine rakirin, teşhîr dike :



  • Kesên di bin çav de : 2.412

  • Kesên êşkencekirî yan qurbanên şiddetê li zîndanê : 149

  • Qurbanên lexman : 14 mirî û 38 birîndar

  • Karbidestên sirgûnkirî ji bo “tehdîdkirina berjewendiyên (menfeet) Dewletê li navça bin OHAL”.

  • Xwekuştin (intihar) : 88



AVAKIRINA BORIYA PÊTROLÊ “BAKÛ-TIBLÎS-CEYHAN”


Di 18 Îlon 2002 de, karên pêşîn ên avakirina boriya pêtrolê “Bakû-Tiblîs-Ceyhan” (BTC) (Azerbaycan-Gurcistan-Tirkiye), ku ewê pêtrola azerî ya Deryayê Kaspînê ber bi rawesta dawîn “Ceyhan”, li ser Deryayê Sipî, bajo dest pê kir. Serokê azerî Heydar Aliyêv, ê gurcî Edward Şêvanadzê û yê tirk Ahmet Necdet Sezer beşdar bûn danîna boriya pêşîn a ji pola nav xendeqeke nêzîkî navenda pêtrolî Sangaçal, ku destpêka boriya ku divê ku di 2005 de biqede ye.

Dema ku boriya pêtrolê biqede, ewê di rojê de milyonek bermîlên pêtrolê bajo. Ewê li ser 1.750 km, ji kêleka azerî ya Deryayê Kaspînê heta navenda dawîn a tirkî ya Ceyhan, bi riya Gurcistanê, dirêj bibe. Ev boriya pêtrolê ya nuh ku xwe ji Rûsyê dûr dixe û ku Amerîka gelek piştgiriya wê dike ewê mesrefa wê 2,95 milyar dolar, ku ewê komeke şirketên navneteweyî bide, bibe.

Sekreterê amerîkî yê ênêrjiyê, Spencer Abraham, beşdarî merasîmê bû û piştgiriya xwe ji serokê amerîkî George W. Bush re ji bo vî karî dûbare (tekrar) kir : “Bê vê boriyê, kaniyên Kaspînê nikari bûn pêş de biçin û bigihêjin bazarên cihanî”.

Deryayê Kaspînê, ku li dora wî 5 welat hene, rêzêrva 3mîn a cihanî ya pêtrol û gaz e, lê transporta van dewlemendiyan heta nuha ji aliyê Rûsyayê hatiye kontrol kirin, ji bo ku her du boriyên sereke ji axa wê derbas dibin. Avakirina vê boriyê cesareteke mezin e, ji bo ku divê ku ew ji ji kêmasî ve 1.500 çem derbas be û carna hilkişe 2.700 m. Bi ser de jî, li Gurcistanê bêewlehî (bêemniyet) heye. Carna tê de sermayedarên rojavayî ji aliyê eşqiyayên ku rehîneyên girîng dixwazin tên revandin.



PARLEMENTA KONSEYA EWROPA TIRKIYÊ REXNE DIKE


Rapporeke ku ji aliyê Erik Jürgens, endamê encumena pirsên huqûqî û mafên mirov li Parlementa Konseya Ewropa, “guherandinên ku nuh ji aliyê Tirkiyê di Qanûna wê ya Bingehî û qanûnên wê de hatine kirin” pîroz dike, lê “heyf dibîne ku jimareke girîng ji pirsan hîn jî çare ne bûne, nemaze dayîna perê tawîzan ku Dadgeha Ewropî ferz kiriye, ji nuh de mehkemekirin yan bicîanîna mafên sîvîl û siyasî yên dozdarên ku bi dozên ne dad hatine mehkûm kirin, azadiya ravekirinê (axaftin), pelixandinên ji aliyê hêzên ewlehiyê – nemaze bendên “Convention”ê li ser mafê jiyanê û qedexekirina êşkencê”.
SÊ GUNDIYÊN KURD JI ALIYÊ MÎLÎSÊN DEWLETÊ HATIN KUŞTIN

Di 26 Îlon 2002 de, sê gundiyên kurd di pevçûneke bi çek de bi mîlîsên dewletê, ku ew ne dihiştin ku vegerin mala xwe li Kurdistana Tirkiyê, re hatin kuştin. Her sê qurban ji malbateke ji 15 endaman bûn û dixwest ku vegerin gundê xwe Uğrak, 25 km nêzîkî Bîsmîlê, ku hati bû berdan û ji aliyê çar parêzerên gund dihat parastin.

Parêzerên gund, ku ji destpêka şerrê PKKê de ji dewleta tirkî meaş distînin, bi kalaşnîkova AK47 agir berda û zarokekî 7 salî, cuhanekî 16 salî û jineke 45 salî kuştin. 6 kesên din hatin birîndar kirin û parêzerên gund reviyan, li gora agahdariyên hêzên ewlehiyê yên dewletê.


Çend hezar gundên kurdî di nîvê pêşîn ê salên 90 de bi zorê hatin vala kirin, yan ji bo tawanbarkirina (bisûckirin) gundiyên ku ji dil yan ne ji dil hevkariya şerkerên kurd dikir, yan ji bo ku nehêlin ku evên dawîn (PKK) alîkarî bistînin. Piştî rawestandina şerr di 1999 de, dewleta tirkî di 2000 de projeyeke mezin a “vegera gundan”, ji bo valakirina bajarên mezin ji gundiyên ku neçar bû bûn ku tê de bijîn û ji nuh de şînkirina navçeyên têkdayî (xerakirî), îlan kir, lê ev îlan heta îro ne hat bi cî anîn.

WÊNEYÊN XWÎNÎ LI DIBISTANAN


Di 26 Îlon 2002 de, rojnama tirkî Radikal gotareke bi sernivîsa “Ewê fêra we ya îro şiddeta mezin be !” weşand. Ew tê de dibêje ku idara ewlehiya (emniyet) bajarê Bolu li dibistanên duyemîn rêzeke konfêransên li ser terrorê dest pê kir û tê de wêneyên (resm) ewqas giran – weka laşê jinekeke şerker ku hatiye perçe kirin – nîşan dan ku xwendekar qîr kir û tecrube kir ku çavên xwe bigirin. “Di van konfêransan de, em bi alîkariya namîlkeyan (broşur) xalên ku cuhan divên ku bala xwe bidin wan ravedikin”, Ali Osman Akgün, mudîrê beşa têkoşînê dijî têrrorê, ku dixwaze 13 konfêrans li dibistanên cihê bike, dibêje.

HUKMÊ GIRTINA DAIMÎ JI ABDULLAH ÖCALAN RE


Di 3 Çirî 2002 de, Dadgeha ewlehiya Enqerê hukmê îdamê ji bo “xiyanet û veqetînxwaziyê” ku di Hezîran 1999 de ji Abdullah Öcalan, serokê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK), re hati bû dayîn guherand û kir hukmê girtina daimî.

Ev biryar piştî rakirina hukmê îdamê di Tebaxa buhurî de ji aliyê desthilatên tirkî hat stendin. Ev yek ji bo ku Tirkiye karibe xwe bigihîne krîtêrên ewropî di warê mafên mirov de.


ŞERR DI NAVBERA HÊZÊN TIRKÎ Û PKKÊ DE

Di 22 Çirî 2002 de, li Yayladere, li wilayeta Bingolê, di şerrekî di navbera leşkerê tirkî û şerkerên PKKê de sê kes hatin kuştin. Du ji wan PKK û yek jî serbaz (esker) bûn û serbazek jî birîndar bû.
Di 28 Çirî 2002 de, li wilayeta Dersîmê, di du şerrên cihê de, hêzên ewlehiyê yên tirkî şerkerekî PKKê kuşt û pênc serbaz û sîvîlek hatin birîndar kirin.

Bi ser de jî, nêzîkî bajarê Nazimiye ya wilayeta Dersîmê, li gora kaniyên herêmî ku ne xwest ku zanava wan bê nas kirin, pênc serbazên tirk hatin birîndar kirin.


ABDULMELIK FIRAT, NAMZEDÊ SERBIXWE, JI BO KU BI KURDÎ PEYIVÎ, HAT RAGIRTIN

Di 23 Çirî 2002 de, Abdulmelik Firat, namzedê serbixwe yê hilbijartinên parlementerî û serokê partiya nuh ku bi awakî ne fermî kurdî ye, HAK-PAR, Partiya Maf û Azadiyan, li bajarê kurdî yê Licê hat ragirtin ji bo ku ew di civîneke hilbijartinî de li qehweyekê bi kurdî peyivî. Ew ji aliyê polîs hat birin qereqola bajêr û pênc saet hat girtin.
TAWANBARKIRINA DOĞAN ÖZGÜDEN Û DU ROJNAMEVANÊN DIN JI ALIYÊ DADMENDIYA TIRKÎ

Di 23 Çirî 2002 de, Rêxistina Giştî ya Rojnamevanên Profêsyonêl ya Beljîka bi awakî fermî (resmî) dijî tawanbarkirina (bisûckirin) Doğan Özgüden, sernivîskarê Info-Türk, ji aliyê dadmendiya tirkî protêsto kir.

Dadgeha cezayî ya pêşîn a Stembolê di 27 Îlon 2002 de biryar stendi bû ku ji bo “nifirkirina leşker”, li gora bend 159 a qanûna cezayî ya tirkî, sê rojnamevan : Doğan Özgüden; Emin Karaca, rojnamevanekî serbixwe; Mehmet Emin Sert, weşankerê kovara “Türkiye’de ve Avrupa’da Yazın”, tawanbar bike. Her duyên pêşîn bi 6 sal zîndan û yê dawîn bi dayîna cezayekî maddî yê giran hatin mehkûm kirin.


Ji bo ku Doğan Özgüden li Beljîkayê ji salên dirêj de dijî, dadgehê ferman (emr) da hemî qereqolên sînoran ku eger ew vegere Tirkiyê divê ku bê girtin. Lê Özgüden venegeriya.

Eger em werin Karaca û Sert, ku li dadgehê amade bûn û hatin jê pirsîn, wan da zanîn ku di gotarên wan de bitenê rexneyên pelixandinê piştî darba leşkerî ya 1971 hebûn û ku tê de tu nifir ji tukesî re nîn bûn.

Ji sedema nehatina Özgüden, dadgehê biryar stend ku defterên wî yên rewşa sîvîl bixwaze ji bo ku dosya wî temam bike û doz (dawa) şûn de xist 23 Adar 2003.

Sekreterê giştî yê Reporterên Bê Sînor, Robert Ménard, di nameyeke ji wezîra tirk a dadmendiyê, Aysel Çelikel, re got : “Eger ev rojnamevan ji bo finirkirina leşker hatine mehkûm kirin, ewê Tirkiye ji sozên ku dan Yekîtiya Ewropî re xiyanet bike”.



PÊNC WEQFÊN ALMANÎ JI ALIYÊ DADMENDIYA TIRKIYÊ HATINE DÛ KETIN


Di 25 Çirî 2002 de, çapemeniya tirkî îlan kir ku Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Enqerê biryar stendi bû ku bikeve dû 5 weqfên almanî ku li Tirkiyê ne û ku bi kirina “xebatên dizî ji bo hejandina Dewleta tirkî” û bi “casûsîtiyê” hatine tawanbar (bi sûc) kirin. Ev yek di dema ku tê de wezîrê tirk ê karên derve ji aliyê wekhevê xwe yê alman li Berlînê hati bû pêşwazî kirin û ku Yekîtiya Ewropî li Brukselê civîna bilind li ser firehkirina Ewropa dikir. Sefîrê alman li Enqerê ev tawanbarî bi “bêrêza (bêmana), ne paqij û bê bingeh” wasf kir, lê prokuror Nuh Mete Yüksel israr kir ku ev weqf “hevalbendiyeke dizî” bi komên etnîkî û olî re kiriye ji bo perçekirina welêt û 15 sal zîndan ji bo wan xwest.

Weqfên tawanbarkirî ev in : Konrad Adenauer, Heinrich Boell, Friedrich Ebert, Friedrich Naumann û Enstituya Rojhilatê, ku li Almanyayê prêstîja wan mezin e.


HUMAN RIGHTS WATCH” SIYASETA TIRKIYÊ LI HEMBERÎ CÎHILAN TEŞHÎR DIKE

Di 30 Çirî 2002 de, rêxistina amerîkî ya parastina mafên mirov, Human Rights Watch, bangî Tirkiyê kir ku alîkariya malbatên ku di salên şerr de ji gundên xwe hati bûn qewirandin bike ji bo ku vegerin. Ew tîne bîran ku li gora jimartinên fermî (resmî), 380.000 kes hatin neçar (mecbûr) kirin ku malên xwe berdin. Li gora rêxistinên ne hukûmî yên cihê, ev jimar ji kêmasî ve digihêje milyon û nîvek kesên ku piraniya wan Kurd in.

Li gora Human Rights Watch, ev qewirandina bi şiddet, têkdan (xerakirin) û heta hundabûn, di 1995 de di rapporeke parlementerî ya tirkî de xuya bû. Vê rapporê berpirsiyariya van kirinan xist stuyê jandarman, lê şîretên wê tucar ne hatin bi cî anîn. Dadgeha Ewropî ya Mafên Mirov çend caran Tirkiye ji bo vê siyasetê mehkûm kir, lê dozdarên ku hatin tawîz kirin tucar ferzend (firset) ji wan re ne hat dayîn ku vegerin malên xwe. Eger em werin projeya vegera gund û tawîzkirina hukûmetê, sê sal piştî îlankirina wan, ew bitenê bi “lêgerîna imkana kirinê”, bê tu belgeyeke nivîskî, bê buce û bi xwespartina jimarên bigûman (bi şik, bi şubhe), hat pêk anîn.

Di rappora xwe de, Human Rights Watch ji hukûmeta tirkî dixwaze ku statîstîkên rast li ser vegerên rast belav bike, amancên rast ên vê bernamê îlan bike, ajansekê ava bike û dawî ji sîtstema parêzerên gund re bîne. Û ew ji rêxistinên navneteweyî ku di pirsên penaberan de pispor in dixwaze ku protêsto bikin, venêrîna (kontrol) xwe pêşniyar bikin û bangî Banka Cihanî, Yekîtiya Ewropî û hukûmeta amerîkî dike ku tezyîqan li ser Tirkiyê bikin ji bo dîtina çareyekê ji cîhilanîna bi sed hezaran kes.

HILBIJARTIN LI TIRKIYÊ


Di 4 Çirî 2002 de, hilbijartinên zûtir li Tirkiyê bûn. Ew di dema boraneke aborî û hilweşana nedîtî ya piraniya partiyên siyasî de bûn. Tu partiyeke hukûmeta dawîn 10% ji dengan ne stendin, ango heta ne ket parlementê jî ! Partiyeke tenê, AKP (Partiya Dadmendî û Pêşdebirinê) a Recep Tayyip Erdoğan, serokê berê yê şaredariya (belediye) Stembolê, bi ser ket. Wê 34,3% (363 kursî ji 550 li parlementê) stendin. Partiyeke tenê ya muxalefetê, CHP (sosyal-dêmokrat), a Deniz Baykal, ket parlementê.
AKP hez nake ku meriv navê wê bike “partiya islamî”. Ew xwe weka muhafezekar û nêzîkî Ewropa dibîne. Serokê wê Erdoğan, li gel biserketina wî ya mezin, mafê wî nîn e ku bê hilbijartin, ji sedema dîroka wî ya buhurî ya islamî û cezayê zîndanê ku stendi bû. Bi vî awayî, cîgirê wî, Abdullah Gül, bû serokwezîr.

Eger em werin partiya kurdî HADEP, li gel ku wê hevalbendiya du partiyên tirkî yên piçûk, bi navê DEHAP, kir, bitenê 6,2% stendin. Li Kurdistanê, AKP 73 kursî û CHP 24 kursî stendin. Ev encama xemgîn ji bo Kurdan du sedemên wê hene : ji alîkî pelixandina dirêj û hov ya dewleta tirkî û ji alîyê din jî siyaseta çewt a HADEPê ku fermanên (emr) ku Abdullah Öcalan ji zîndanê jê re dide bi cî tîne. Berê, di dema û piştî kampanya hilbijartinan, berpirsiyarên HADEPê bê rawestan îlan kir ku ev partî ne partiyeke kurdî yan etnîkî ye, lê partiya hemî Tirkiyê ye.



DADGEHA EWROPÎ Û DOZAR PARLEMENTERÊN BERÊ YÊN DEP


Di 6 Teşrîn 2002 de, oda mezin a Dadgeha Mafên Mirov li Strasburgê îlan kir ku ew banga Tirkiyê dijî biryara Dadgeha Ewropî ku di 11 Hezîrna 2002 de Tirkiye di doza 13 parlementerên kurd ên DEP (îro HADEP) de mehkûm kiri bû napejirîne. Dadgeha Ewropî Tirkiye ji bo pelixandina mafê hilbijartinên azad ku 13 parlementerên kurd daxistin mehkûm kiri bû û jê xwesti bû ku ji her parlementerekî re 50.000 €, weka tawîz, û 19.500 € ji bo mesrefan, bide.

VALERY GISCARD D’ESTAING TIRKIYÊ LI EWROPA NAXWAZE


Di 8 Teşrîn 2002 de, Valéry Giscard d’Estaing, serokê berê yê Fransayê û serokê “Convention”a Ewropî ku divê Qanûna Bingehî ya Ewropî amade bike, li ber 105 endamên “Convention”ê li Brukselê, îlan kir ku Tirkiye ne welatekî ewropî ye û ku “ketina wê Ewropa ewê dawiya Yekîtiya Ewropî bîne” . Li gora wî : “Tirkiye welatekî nêzîkî Ewropa ye, welatekî girîng e, ku çîneke wê ya rast a bijare heye, lê ew ne welatekî ewropî ye …Paytexta wê ne li Ewropa ye, 95% ji gelheya wê li derveyî Ewropa ne”.

Rêaksyonên dijî vê daxuyaniyê, ji aliyê berpirsiyarên tirk û ewropî, zû dest pê kir. Hin dibêjin ku cografya divê nebe regezê (unsur) destnîşandana sînorên Yekîtiya Ewropî.






KURDISTANA IRAQÊ




PARLEMENTA KURDÎ LIHEVKIRINA WASHINGTON DIRASTÎNE


Di 4 Çirî 2002 de, cara yekemîn ji 6 salan de, parlementa kurdî civîna xwe ya giştî li Hewlêrê kir. Wê tê de lihevkirina Washington ku di 1998 de ji aliyê her du serok, Mesud Berzanî û Celal Talabanî, hati bû imza kirin rastand (tesdîq kir).

Parlementê îlan kir ku ewê ji bo Iraqeke fêdêral û dêmokratîk ku ewê Kurdistan tê de bibe navçeyeke ku mafên wê ewê weka yên hin navçeyên welatên ewropî bin xebatê bike. Mîrza Colin Powell, Sekreterê Dewletê yê amerîkî, hinareyeke (mesaj) piştgiriyê şand û Banû Danielle Mitterrand jî beşdarî civînê bû.

Ji dema vê civîna ku dubendiyên her du partiyan kêm kir, tirsa Tirkiyê ku li kêleka wê dewleteke kurdî ya serbixwe ava bibe û tehdîdên wê ku Kurdistanê bi awakî leşkerî vegire bêtir bûn. Ev yek, li gel ku berpirsiyarên siyasî yên Kurdistana Iraqê hergav dûbare (tekrar) dikin ku ji sedema rêalîzmê ew dewletekê naxwazin, lê bitenê bi sîstemeke fêdêral li Iraqê têr dibin.

Bi behana hebûna hindikayiyeke tirkmen li navçeyên pêtrolê, Kerkûk û Mûsil, Tirkiye dixwaze ku ev navçe ji Tirkmenan re bên dayîn !

Ji bo hêsankirina Tirkiyê, serokwezîrê hukûmeta navçeyî ya Kurdistanê, Nêçîrvan Berzanî, tevî dêlêgasyoneke fermî, çû seredana berpirsiyarên wezareta tirkî ya karên derve.
NÎŞANDANA FÎLMEKE KURDÎ LI BELJÎKAYÊ

Di 19 û 20 Çirî 2002 de, fîlma Jiyan ya fîlmçêkerê ji Kurdistana Iraqê, Cano Rojnbiyanî, li eywana sînema Zed, li bajarê Leuven, hat nîşan dan. Ev fîlma gelek nazik û hessas trajêdiya mezin a nijadkujiya Halabca di 1988 de, dema ku Saddam Husên 5.000 kes bi gazên şîmîk kuştin, tîne bîra me. Ew li nêzîkî 20 fêstîvalên navneteweyî, li Ewropa, Amerîka, Ostralya û Asya hat nîşan dan û çend xelat stendin.

Cano Rojbiyanî diviya ku di 1975 de, di 15 saliya xwe de, ji sedema têkçûna şoreşa Kurdistan Iraqê, li Amerîkayê bijî. Ew nuh vegeriya Kurdistanê ji bo çêkirina vê fîlmê. Nuha ew fîlmeke din, cardin li Kurdistana Iraqê ku ew nuha tê de dijî, amade dike.


XWEPÊŞANDANEKE MEZIN LI HEWLÊRÊ LI BER AVAHIYA ONU

Di 29 Çirî 2002 de, piştî îlanên Saddam Husên ku ewê hemî girtiyên iraqî ji zîndanan azad bike (wî bitenê qatil û caniyan azad kirin), bi hezaran Kurdên ku endamên malbatên wan di kampanya Enfal de hunda bûn li ber avahiya ONU (Rêxistina Neteweyên Yekbûyî) li Hewlêrê xwe pêşan da (meşiyan). Piraniya wan jinên bî, zarok û pîr, ku dixwest ku qedera merivên xwe zanibin, bûn. Di dirêjayiya vê kampanya hov a Enfal, di 1988 û 1989 de, 182.000 kes hunda bûn. Wan xwest jî ku girtiyên siyasî bên berdan.
ŞERR DI NAVBERA KOMEKE ISLAMÎ Û YEKÎTÎ NIŞTIMANÎ DE

Di 4 Teşrîn 2002 de, komeke islamî, “Ansar El-Islam”, êrîşî pêşmergeyên partiya Yekîtî Niştimanî Kurdistan, nêzîkî Halabca, kir. Sê pêşmerge û du Ansar El-Islam hatin kuştin û gelek hatin birîndar kirin.

BELJÎKA DESTÛR NADE CIVÎNA MUXALEFETA IRAQÊ LI BRUKSELÊ


Di 22, 23 û 24 de, muxalefeta iraqî ku ji komên cihê, şîî, Kurd, qralî … ava bûye, ewê li Brukselê biciviya ji bo ku li ser piştî Saddam li hev bê. Di destpêkê de, wezareta beljîkî ya karên derve pejirand ku vîzayan bide bişek ji şandeyan (dêlêgê), lê gava ku ONU biryar stend ku mufettişan bişîne Iraqê, wezîrê beljîkî yê karên derve, Louis Michel, helwesta xwe guherand û ne pejirand ku vîzayan bide. Muxalefetê, ku gelek hêrs bû, biryar stend ku di Kanûn 2002 de li Londonê bicive.
FRANSA BI AWAKÎ FERMÎ PÊŞWAZIYA HER DU SEROKÊN KURD DIKE

Di 28 Teşrîn 2002 de, her du serokên Kurdistana Iraqê, Mesûd Berzanî û Celal Talabanî, çûn seredana Parîsê û bi awakî fermî rastî gelek berpirsiyarên siyasî yên fransî hatin.

Di 29 Teşrîn 2002 de, her du serok beşdar bûn konfêranseke navneteweyî li ser Kurdistana Iraqê, ku ji aliyê Enstituya Kurdî ya Parîsê hat pêk anîn. Her du wezîrên fransî yên karên derve, yê îro û yê kevn, jî beşdarî wê bûn.

Di 30 Teşrîn 2002 de, ew beşdar bûn konfêranseke akadêmîk ku li Odensey, li Danemarkê, ji aliyê Zanîngeha Danemarka Başûr û Zanîngeha Hewlêrê hat pêk anîn.


MAFÊN MIROV LI ÎRANÊ



HUKMÊ ÎDAMÊ JI HAŞIM AXAÇARÎ RE

Di 23 Teşrîn 2002 de, 134 rojnamevan û weşanker azadkirina profêsor Haşim Axaçarî, misilmanekî nerm ku hukmê îdamê jê re hatiye dayîn, û ya girtiyên siyasî yên din xwest. Û ji bo vê babetê jî rêzeke xwepêşandanên (meşîn) xwendekaran bûn. Piştî wê, çar xwendekar hatin birin dadgehê û bi heqaretkirina prensîpên islamî û tehdîdkirina ewlehiya neteweyî hatin tawanbar kirin.


KURDISTANA SÛRIYÊ




SEREDANA SEROKÊ SÛRÎ KURDISTANA SÛRIYÊ


Di 18 Tebax 2002 de, serokê sûrî Beşşar El-Esed çû seredana Kurdistana Sûriyê. Ev cara yekemîn e di dîroka komara Sûrî de ku serokek diçe vê navçê. Lê di seredana Qamişlî ku 9 katjmêr (saet) ajot de, serok bitenê karbidest û serokên êlên ereb dîtin. Wî pêşwaziya tu kurdî ne kir !

RIYAD EL-TURK JI NUH DE HAT GIRTIN


Di destpêka Îlon 2002 de, muxalifê sûrî yê navdar Riyad El-Turk, 71 salî, ji nuh de hat girtin û bi awakî xerab hat avêtin hucreyeke tenha. Mîrza El-Turk 17 sal li zîndanê ma bû û bi awakî hov hati bû êşkence kirin. Berê nêzîkî salekê hati bû berdan.

HELWESTÊN MERD ÊN XWENDEKARÊN KURD


Di 14 Çirî 2002 de, civîn û hilbijartinên xwendekarî li zanîngehên Şam û Helebê, di bin kontrola endamên partiya Baas de bûn. Xwendekarên kurd tê de xwest ku pirsên 200.000 Kurdên ku ji salên 60 de di defterên rewşa sîvîl de ne hatine qeyd kirin, ku tu mafekî wan ê welatvaniyê nîn e û ku bi awakî fermî weka biyanî tên hesab kirin (qayîşa erebî), bên çare kirin. Û wan xwest ku mafên çandî ji Kurdan re bên dayîn û tunebûna azadiyan li Sûriyê, rewşa aborî û ruşwetê rexne kirin. Hin ji van xwendekaran hatin qewirandin û hinên din giftûbêjên gelek xurt bi berpirsiyarên Baas re kirin.




Buroya Kurdî, Bultena agahdariyê n° 22, Kanûn 2002 rûpel ji


Verilənlər bazası müəlliflik hüququ ilə müdafiə olunur ©anasahife.org 2016
rəhbərliyinə müraciət